Daxuyaniya li ser operasyonên dijî terorê

"Me di sala 2018an da li hemberî hemû rêxistinên terorê 129 hezar û 787 operasyonên terorê û 147 hezar û 552 jî operasyonên hişbirê kirin. "

Daxuyaniya li ser operasyonên dijî terorê

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê operasyonên ku sala par li dijî rêxistinên terorê hatin kirin da agahî da û got: "Me di sala 2018an da li hemberî hemû rêxistinên terorê 129 hezar û 787 operasyonên terorê û 147 hezar û 552 jî operasyonên hişbirê kirin. Bi hesabekî berbiçav di sala 2018an da qiymeta hişbira ku di sala 2018an da li Tirkiyeyê hat bidestxistin 3 milyar û 500 milyon lire ye. Heta dawiya sala par hejmara koçberên bêdestûr ên ku me qefaltin jî 268 hezar e. Ev reqamên hanê li welatên dinyayê yên pêş ketine ku pereyê wan jî zêde ye ji tirsê newêrin bên eşkere bikin." 

Wezîr Soylu li Navenda Perwerdehî û Pîşeya Polêsan a Erzincanê beşdarî "Merasima Sertîfîka û Sondxwarinê ya Notirvanên Tax û Bazarê ya Heyama Ewil" bû. Di merasimê da hezar û 344 notirvanî sondxwar û Wezîr Soylu jî qala girîngiya kar û wezîfeya ku wê notirvan bi cih bînin kir.

- "Dixwazin Tirkiyeyê bi hişbir, koç û rêxistinên terorê dagir bikin"

Di axaftina xwe da Wezîr Soylu destnîşan kir ku hêzên gerdûnî dek û dolabên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê bênavber didomînin û wiha pê da çû: "Rêxistinên wekî DEAŞ, PKK/PYD, DHKP-C û FETOyê bi hêzên gerdûnî ra di nav têkiliyê da ne. Mixabin gelek dewletên qirase van rêxistina wek muxatab dihesibînin, perwerde dikin, berî rêxistinan didin û wan wekî maşikê bi kar tînin. Em wek Tirkiye mixabin li ser rotaya erdnîgariya van tiştên ku diqewimin cih digirin. Ji ber nifûsê me yê ciwan devê rêxistinên terorê û kesên bazirganiya hişbirê dikin av dide. Tirkiye gelek maliyetên ewlehiyê yên girîng hildane ser xwe û ji heq hatiye der. Me di sala 2018an da li hemberî hemû rêxistinên terorê 129 hezar û 787 operasyonên terorê û 147 hezar û 552 jî operasyonên hişbirê kirin. Bi hesabekî berbiçav di sala 2018an da qiymeta hişbira ku di sala 2018an da li Tirkiyeyê hat bidestxistin 3 milyar û 500 milyon lire ye. Heta dawiya sala par hejmara koçberên bêdestûr ên ku me qefaltin jî 268 hezar e. Ev reqamên hanê li welatên dinyayê yên pêş ketine ku pereyê wan jî zêde ye ji tirsê newêrin bên eşkere bikin."

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE