Daxuyaniya li ser operasyonên meha gulanê

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî û Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Çatakli der heqê operasyonên meha gulanê da got, "Di opersyonên meha gulanê da 141 terorîst hatin berterefkirin. Di nav van da 3 terorîstên kategoriya hêşîn, 4 terorîstên kategoriya porteqalî û 9 terorîstên kategoriya gewr a Lîsteya Terorê ya Wezareta Karên Navxweyî hene." 

Çatakli li Wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser operasyonên ku di meha gulanê da hatin kirin sekinî.

Çatakli destnîşan kir ku bi kordînasyona Wezareta Karên Navxweyî di meha gulanê da li deverên çiyayî 11 hezar û  971 operasyon, li nav bajaran jî hezar û 756 operasyon hatin kirin û wiha dewam kir: ""Di opersyonên meha gulanê da 141 terorîst hatin berterefkirin. Di nav van da 3 terorîstên kategoriya hêşîn, 4 terorîstên kategoriya porteqalî û 9 terorîstên kategoriya gewr a Lîsteya Terorê ya Wezareta Karên Navxweyî hene. Ji van 39 jê kuştî, 57 jê sax, yek jê birîndar û 44 jê jî teslîm bûn."

Çatakli diyar kir ku di çarçoveya sûcên sîber da der heqê 4 hezar û 959 hesabên medyaya civakî da xebat hat kirin, der heqê 2 hezar û 295 kesan da miemeleya qanûnî hat kirin.

Çatakli li ser operasyonên ku dijî kesên bi rêxistinên terorê ra têkildar in jî wiha got, "Meha borî 3 hezar û 645 gumanbarên ku li gor qinaetê alîkarî/piştevaniya rêxistinên terorê kirine û bi wan ra têkildar in, hatin girtin."

Çatakli ji bo operasyonên hişbirê wiha axivî: "Di çarçoveya têkoşîna hişbirê da di meha gulanê da 10 hezar û 475 operasyon hatin kirin, 14 hezar û 866 kes hatin binçavkirin, 1577 kes hatin girtin."

Çatakli der heqê jimara Sûriyeyiyên ku vegeriyan welatê xwe da agahî da û wiha dewam kir: "330 hezar û 991 Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe. Ji îro pê va li welatê me Sûriyeyên qeydkirî 3 milyon û 610 hezar û 398 kes in."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 16:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE