Daxuyaniya li ser peymana li Moskovayê

"Em bawer dikin ku peymana li Moskovayê hat çêkirin ew ê tevkariyê bide aştî û hizûrê"

Daxuyaniya li ser peymana li Moskovayê

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay der barê meseleya Îdlibê da wiha got "Em bawer dikin ku peymana li Moskovayê hat çêkirin ew ê tevkariyê bide aştî û hizûrê."

Oktay li Navenda Kongreyê ya Kuliyeya Arşîva Osmaniyan di çarçoveya Kongreya Biyoteknolojiyê ya Navneteweyî da di Merasima Xelatê ya BIO Tirkiyeyê da axivî.

Alîkarê Serokomar Oktay di axaftina xwe da got ku li Sûriyeyê heta niha ji milyonekî zêdetir sivîlî can da û ji bo ku li Îdlibê ewqas merivên din nemrin me dîsa bi pêşengiya Serokomar Erdogan bi tena serê xwe hewl da.

Oktay destnîşan kir li Îdlibê ji destpêka qeyranê pê va Tirkiye bi tu awayî terefê êş û pevçûnê yan jî şer nebûye û got ku em bawer dikin ku peymana li Moskovayê hat çêkirin ew ê tevkariyê bide aştî û hizûrê.

Alîkarê Serokomar Oktay diyar kir heger li herêmê cardin xwîn birije mîna her gav hê zêdetir û biryardarî wê xwe nedin paş û bi ser kesên dibin sedema qeyranê da herin.

Oktay di berdewamiyê da got ku li Îdlib ê bi tenê armanceke me heye, em dixwazin him ji bo xwe û him jî ji bo xwîşk û birayên xwe yên Sûriyeyî pêşerojeke bi ewle, bi hizûr û geş damezrînin û bi kêrî vê bên.AA

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2020, 16:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE