Daxuyaniya li ser pêketiyên varyanta Omicronê

Wezareta Tenduristiyê derbarê pêketiyên varyanta Omicronê li Türkiyeyê daxuyanî da

Daxuyaniya li ser pêketiyên varyanta Omicronê

 Wezareta Tenduristiyê ragihand ku nûçeyên ku dibêjin li Türkiyeyê ji sedî 42 varyantê Omicronê hene rast nîn in û destnîşan kir ku ji 1ê sermaweza 2021ê ve, 3 hezar û 344 nimûne sekansa wan hat kirin û ketin pergalê, 3 hezar û 73 ji wan Delta, 42 ji wan jî varyanta Omicronê ne.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat destnîşankirin ku hinek organên weşan û pexşê referansên li ser malpera înternetê ya "https://covariants.org/per-country" referans digirin û derbarê wê yekê nûçeyan çêdikin ku li Türkiyeyê varyanta Omicronê ji sedî 42 ye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat nîşandan ku li ser van nûçeyan Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Gel bi admînên vê malpera înternetê re ketin peywendiyê û wiha hat gotin:

"Admînên malperê bi ragihandin ku ew di warê kişandina daneyan de ji pergala GISAIDê pirsgirêk hene û ewê dê rewşa rojane piştrast bikin û pergala xwe ya malpera înternetê rojane bikin. Îro piştî rojanekirina di malpera navborî de, hat teyîdkirin ku 247 pêketî hatine tomarkirin ku ji wan 220 Delta û 27 jî Omicron in. Bivê re şaşî hat sererastkirin û rewşa rojane hat weşandin."

Ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Gel ve piştî ku varyanta Omicronê li parzemîna Ewropayê hat tomarkirin, li 17 navendên tenduristiyê ji bo varyanta Omicronê pişkinîna PCRê hat destpêkirin. Ji 8ê sermawezê ve ji nava 150 hezar nimûneyan yên ku gumana varyanta Omicronê di nava wan de hebûn ji bo pesendkirinê li Labaratuwara Vîrolojiya Neteweyî lêkolîn hat destpêkirin. Ji 1ê sermaweza 2021ê ve, 3 hezar û 344 nimûne sekansa wan hat kirin û ketin pergalê, 3 hezar û 73 ji wan Delta, 42 ji wan jî varyanta Omicronê ne. Wîlayetên ku varyanta Omicronê li wan hat tomarkirin ev in: Stenbol (30), Îzmîr (6), Şirnex (1), Diyarbekir (1), Kutahya (2), Isparta (2)."

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku ji ser malpera înternetê ya "https://www.gisaid.org" daneyên pêbawer û rojane yên di pergala GISAIDê de tên weşandin. Derbarê mijarê de jî agahiyên bi hûrgilî li ser navnîşana "https://hsgm.saglik.gov.tr/tr/mikrobiyoloji-haberler/kamuoyu-bilgilendirmesi.html"ê hatine weşandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE