Daxuyaniya li ser polîtîkayên Îsraîlê yên zext û tundiyê yên dijî gelê Filistînê

Türkiye bifikar e ku polîtîkayên zext û şîdetên yên Îsraîlê yên dijî gelê Filistînê di remezanê da zêde bi zêdebûn dewam dike

Daxuyaniya li ser polîtîkayên Îsraîlê yên zext û tundiyê yên dijî gelê Filistînê

 Wezareta Karên Derva ragihand ku polîtîkayên Îsraîlê yên zext û tundiyê yên dijî gelê Filistînê di meha remezanê da jî bi zêdebûn dewam dike, ji ber vê yek bifikar in.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat gotin ku "Îsraîl polîtîkayên xwe yên zext û tundiyê yên dijî gelê Filistînê di meha Remezanê da jî bi zêdebûn didomîne, ji ber vê yekê bifikar in."

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku birêvebiriya Îsraîlê bi sînordarkirinên ji bo Mescîdê Eqsayê di meha Remezanê da jî azadiya îbadetê ya gelê Filistînê asteng dike, niştewarên dereqanûnî yên li axa Filistînê ya dagirkirî berfireh dike û hember çalakiyên tundiyê yên dijî gelê Filistînê yên Îsraîliyên ku li van herêman dijîn tevdîran hilnade û van êrîşan teşwîq dike.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku birêvebiriya Îsraîlê her wiha hewl dide ku pêşî ki fealiyetên hilbijartinê yên li Qudsa Rojhilat ên Filistîniyan bigire û ji bo ku li Şerîaya Rojava şeht li pêvajoya hilbijartinê bide bi hincetên kêyfî Filistîniyan binçav dike û wiha hat gotin: 

"Êrîşên asîmanî yên ku duh bi şev balafirên şer ên Îsraîlê bir ser Xazeyê jî mînaka dawîn a polîtîkayên êrîşkar ên birêvebiriya Îsraîlê ye. Îsraîl divê li herêmê dawî li van polîtîkayên xwe yên êrîşkar ên ku zirarê didin aştî û îstiqrarê bîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE