Daxuyaniya li ser êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Mûsilê

Ji WPNyê der barê êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Mûsilê da daxuyanî

Daxuyaniya li ser êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Mûsilê

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) der barê êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê da wiha got: "Bi vê êrîşê va careke din dîsa hat dîtin ku kî êrîşî sivîlan dike. Ji terorîstên ku ev êrîş kirine zû yan jî dereng hesab wê bê pirsîn."

Wezareta Parastina Neteweyî der barê êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Mûsilê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em vê êrîşa nemerd a dijî serkonsolosxaneya me ya Mûsilê şermezar dikin. Bi vê êrîşê va careke din dîsa hat dîtin ku kî êrîşî sivîlan dike. Ji terorîstên ku ev êrîş kirine zû yan jî dereng hesab wê bê pirsîn. Em amade ne ku bi birayên me yên Iraqî va ji bo têkoşîna dijî terorê û ewlehiya sînor hevkariyê bikin. Em ê dafikên terorîstan di ser serê wan da hilweşînin, wan tevî xeyala wan a dixwazin herêmê di nav xwînê da bixeniqînin di xendekan da çal bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE