Daxuyaniya li ser êrîşa nijadperest a li Yewnanistanê

Aksoyê Berdevk li ser kirîza alayê ya di pêşbirka Muratpaşa Belediyespor-PAOKê da derket bersiva nivîskî da pirsên ji Wezaretê hatine pirsîn.

Daxuyaniya li ser êrîşa nijadperest a li Yewnanistanê

Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva diyar kir ku li Yewnanistanê êrîşa dijî Tîma Hentbolê ya Jinan a Muratpaşa Beldiyesporê hat kirin rûyê neteweperestên tundrev û nijadperestan nîşan da û wiha got: "Beriya lîstikê ji bo rageşî di navbera herdu tîmanda dernekeve biryar hatibû dayîn ligel vê biryarê li qadê alaya Yewnanistanê hebû lêbelê pêşî lê birîn ku alaya Tirkiyeyê bê vekirin, em vê tu carê qebûl nakin."

Aksoyê Berdevk li ser kirîza alayê ya di pêşbirka Muratpaşa Belediyespor-PAOKê da derket bersiva nivîskî da pirsên ji Wezaretê hatine pirsîn.

Aksoy di daxuyaniyê da wiha got: 

"Bûyera li Selanîkê di pêşbirka Muratpaşa Belediyespor û PAOKê da derket carekê dîsa rûyê neteweperestên tundrev ên dijî Tirkiyeyê û komên fanatîk nîşan da. Beriya lîstikê ji bo di pêşbirkê da rageşî di navbera herdu tîman da dernekeve biryar hatibû dayîn ligel vê biryarê li qadê alaya Yewnanistanê hebû lêbelê pêşî lê birîn ku alaya Tirkiyeyê bê vekirin, em vê tu carê qebûl nakin. Em carekê dîsa bangî meqamên Yewnanistanê dikin ku bira alîgirên tundrev û dijminên biyaniyan ji çalakiyên sporê men bikin û tevdîrên lazim dikin jî hildin."

Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê jî der barê êrîşa nijadperest a li Yewanistanê biribûn ser tîma Hentbolê ya Jinan a Muratpaşa Beldiyesporê şermezar kiribû.AA

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE