Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy der barê nûçeyên pê tê îdiakirina ku Tirkiye wê li ser daxwaza Amerîkayê pêvajoya S-400an taloq bike da daxuyanî da û got ku tu rastiya wan nûçeyan tuneye.
Ji Hamî Aksoy îdiayên temînkirina S-400an ku wê bê taloqkirin da pirs hat kirin û li ser vê wî jî nirxandinek kir û bersiv da.
Di bersivê da Aksoy got: "Di rojên dawîn da di qismeke çapemeniyê da tê gotin ku Tirkiye bi daxwaza Amerîkayê wê temînkirina S400an taloq bike lê tu bingeha vê tuneye, pêvajoya temînkirina S-400an wekî me plan kiriye dewam dike."