Daxuyaniya li ser têkiliyên Türkiye û Îsraîlê

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Bi Îsraîlê ra em di heman fikrê da ne ku di gelek waran da pêwendiyên xwe nû bikin"

Daxuyaniya li ser têkiliyên Türkiye û Îsraîlê

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "(Bi Îsraîlê ra) Em di heman fikrê da ne ku di gelek waran da pêwendiyên xwe nû bikin û ji niha û pê da mekanîzmayên cuda ava bikin."

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Yaîr Lapîd li Qudsa Rojava piştî hevdîtinên dualî û di nava heyetan da daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got ku bi Îsraîlê ra heger em li ser rojeveke erênî bixebitin em ê bikaribin pirsgirêkan jî bi awayekî erênî binirxînin.

Çavuşoglu diyar kir bi Îsraîlê ra di heman fikrê da ne ku di gelek waran da pêwendiyên xwe nû bikin û ji niha û pê da mekanîzmayên cuda ava bikin.

"Me li hev kir ku Tirkiye û Îsraîl komîsyona aboriyê dîsa bidin destpêkirin"

Wezîrê Karên Derva yê ÎsraîlêYaîr Lapîd destnîşan kir piştî 15 salan ziyareta Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê çêbû û got ku ne tenê di warê diplomatîk û ewlehiyê da wê pêwendiyên me yên aboriyê jî geş bibin.

Yaîr Lapîd got ku piştî hevdîtinê bi birêz wezîr (Mevlut Çavuşoglu) ra me li hev kir ku em bi hev ra (Tirkiye û Îsraîl) komîsyona aboriyê dîsa bidin destpêkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE