Daxuyaniya li ser wesaîda bombebarkirî ya li Reyhanliyê teqiya

Li Reyhanliya Hatayê 3 Sûriyeyiyên di erebeyê de mirin

Daxuyaniya li ser wesaîda bombebarkirî  ya li Reyhanliyê teqiya

Li Reyhanliya Hatayê wesaîteke bombebarkirî teqiya. tê de 3 kesên sûriyeyî mirin. Serok Erdogan derbarê bûyerê de daxuyanî da û got; di wesaîtê de bombe hebû, dibe ku têkiliya wan bi terorê re hebe.

“ 3 kesên Sûriyeyî ne, ji xwe diyar e ku di wesaîtê de bombe hebû. Di teqînê de 3 kes mirine.”

Li Reyhanliya Hatayê erebeyeke tijî bombe teqiya.

Teqîn nîvro li ser kolana Mehmet Akîf Ersoyê qewimî.

Piştî teqînê gelek ambûlans û polîs hatin wê derê.

Li derdorê tevdîrên berfireh hatin girtin.

Tîmên lêkolîna cihê bûyerê û pisporên bombeyan li wir dest bi xebatan kirin.

Derbarê bûyerê de daxuyaniya ewil Serok Recep Tayyîp Erdogan da.

Erdogan got; dibe ku bi terorê re têkildar bin û wiha dewam kir: 3 kesên Sûriyeyî bûn. Ji xwe diyar e ku wesaît tijî bombe ye. Di teqînê de 3 kes mirine. Niha lêkolîn dewam dike. Dixebitin ku navên wan diyar bikin. Di vê meseleyê de tiştekî din heye yan tune, hevalên me xebata vê dikin. Ev jî di demeke kurt de wê zelal bibe. Niha wisa xuya dike ku bi terorê re têkildar in. Heta çend saetên din wezareta me dê agahiyê bide.

Ji bo zelalkirina bûyerê xebat dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE