Daxuyaniya Macron a derheqê Rojnameger Kaşikçi de

 Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir li bendê ne ku bûyera windabûna Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî bê ronîkirin û da zanîn ku bi welatên Ewropayê re di nav kordînasyonê de hin ziyaretên polîtîk ên ji bo Erebistana Siûdî rawestandin.

Daxuyaniya Macron a derheqê Rojnameger Kaşikçi de

 Serokomarê FransaEmmanuel Macron diyar kir li bendê ne ku bûyera windabûna Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî bê ronîkirin û da zanîn ku bi welatên Ewropayê re di nav kordînasyonê de hin ziyaretên polîtîk ên ji bo Erebistana Siûdî rawestandin.

Macron di civîna çapemeniyê ya ku li Brukselê li dar xist de der barê rojevê de nirxandin kirin.

Macron bersiva pirseke der barê Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî û nivîskarê rojnameya Washington Postê yê ji bo miameleyên zewacê çû Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û cardin jê xeber nehat sitandin bersivand û got ku "Tiştên ku em der barê bûyerê de dizanin tiştên gelekî mezin û fikardêr in".

Macron destnîşan kir li bendê ne ku bûyer bê ronîkirin û diyar kir ku bi welatên Ewropayê re di nav kordînasyonê de ziyaretên siyasî yên ji bo Erebistana Siûdî ji bo demekê bên rawestandin. Macron wek mînak jî Bruno Le Maîreyê Wezîrê Aboriyê yê ku biryara beşdariya konferansa veberhênanê ya ku dê li Riyada paytextê Erebistana Siûdî bê lidarixistin betal kir nîşan da.

Macron got "Min der barê vê mijarê de bi Serokwezîrê Hollandayê, Serokwezîra Îngilistanê Mayê û Şansolye Merkelê re jî xeber da."

Macron herwiha da zanîn ji bo daxuyaniya der barê mijare de û rastiya bûyerê derkeve holê bi rayedaren Erebistana Siûdî re gelek têkilî danîn.

Serokomar Macron li ser pirsa der barê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman de jî da zanîn ku nikare der barê karên navxweyî yê welatan de nirxandinan bike û têkiliyên dualî yên di navbera Fransa û Erebistana Siûdî de dê dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 10:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE