"Daxuyaniya Macron ya 'Îslam qeyranê da ye' provokasyoneke eşkere ye"

Serok Erdogan: "Daxuyaniya Macron ya 'Îslam di nav qeyranê da ye' ku li bajarekî hejmara Misilmanan lê zêde ye got ji bêsiyaniyetiyê bêhtir provokasyoneke eşkere ye."

"Daxuyaniya Macron ya 'Îslam qeyranê da ye' provokasyoneke eşkere ye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê daxuyaniya Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê da wiha got: "Daxuyaniya Macron ya 'Îslam di nav qeyranê da ye' ku li bajarekî hejmara Misilmanan lê zêde ye got ji bêsiyaniyetiyê bêhtir provokasyoneke eşkere ye."

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di Bernameya Hefteya Wezîfedarên Dîn û Mizgeftan da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku Turkiyeyê bi biryara der barê Ayasofyayê da sîbera li ser serxwebûna xwe rakir û ji qeyd û bendeke din jî ku li îradeya wê xistibûn xilas bû.

Erdogan diyar kir îro li gelek dewletên Rojavayê nijadperestî û neyartiya ji bona Îslamê bi destê dewletê tên hîmayekirin û wiha axivî: "Kesên bi nijadperestî û neyartiya dijî Îslamê ra rûbirû nabin û di dewsa wê da meseleyê beravajî dikin nebaşiya herî mezin li civaka xwe dikin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir êrîşa dijî Misilmanan ji bona siyasetmedarên Ewropayî ku dixwazin kêmasiyên xwe veşêrin bûye amûrê herî mezin.

Erdogan der barê daxuyaniya Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ya 'Îslam di nav qeyranê da ye' diyar kir ku axaftina li bajarekî hejmara Misilmanan lê zêde ye ji bêsiyaniyetiyê bêhtir provokasyoneke eşkere ye.

Serokomar Erdogan got ku em jê (Macron) dixwazin ku êdî bira mîna waliyê mêtingehê hereket neke û mîna rayedarê dewletê yê berpirsyariya xwe dizane hereket bike.

Erdogan di berdewamiyê da got wek Serokê Dewleta Fransayê behsa 'jinûvasazkirina Îslamê' dike ku ev bêhedî û bêsiyanetî ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE