Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Me got heta Bendergeha Bêrûdê cardin bê çêkirin bendergeha me ya Mêrsînê wê di xizmeta Libnanê da be."
Serokomarê Libnanê Mîchel Ewn li Qesra Baabdayê bi Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Serokê Koma Dostaniya Parlamentoyan ya Tirkiye-Libnanê û Parlamenterê Sînopê yê AK Partiyê Nazim Mavîş û Balyozê Bêtrûdê yê Tirkiyeyê Hakan Çakil ra civiya û civîn qederê 30 deqîqe ajot.
Oktay piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan.
Alîkarê Serokomar Oktay got ku me ji Ewnê Serokomarê Libnanê ra got em amade ne ku hê zêdetir alîkariya xwarin û xurekê û alîkariya tibî bidin û em ê desteka xwe bidomîninin."
Oktay diyar kir hemû nexweşxane û ambulansên esmanî yên Tirkiyeyê di xizmeta Libnanê da ne.
Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir gotine heta Bendergeha Bêrûdê cardin bê çêkirin bendergeha wan ya Mêrsînê wê di xizmeta Libnanê da be.
Oktay destnîşan kir ji bona çêkirina Bendergeha Bêrûdê ku zirareke mezin dîtiye û avahiyên li derdorê Tirkiye heta dawiyê amade ye.AA