Daxuyaniya piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê

Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, bangî gel kir.

Daxuyaniya piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê

Serokê Komara Turkiyeyê Recep Tayyîp got, "Tirkiye di wê astê de ye ku beramberiya serkeftina xwe ya kurewî, asta xwe ya siyasî û aborî hê bilindtir bike. Bilindbûna Turkiyeyê gihiştiye astekê ku êdî ti kes nikare xwe li hember bigire, asteng bike û bi paş de vegerîne."

Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, bangî gel kir.

Serokomar Erdogan derbarê cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) got, "Hejmara pêketin û mirinan dubare ber bi daketinê ve diçin, ev kêfxweşiyê dide. Bi hinekî din xeyretî pêdivê em van hejmara nêzîkî sifirê bikin."

Serokomar Erdogan got, "Tirkiye di wê astê de ye ku beramberiya serkeftina xwe ya kurewî, asta xwe ya siyasî û aborî hê bilindtir bike. Bilindbûna Turkiyeyê gihiştiye astekê ku êdî ti kes nikare xwe li hember bigire, asteng bike û bi paş de vegerîne. Ez bangawaziyê li hemî aliyan dikim ku bêyî cudakirin, di asta heqi hiqûq, edalet û meşrûiyetê de bersivê bidin destê Turkiyeyê yê aşitî û hevkariyê."

- "Emê taybetmendiya mîrata çandî ya Ayasofyayê weke ku ecdadê me kir, emê biaprêzin"

Serokomar Erdogan derbarê vebûna Ayasofyayê ji bo îbadetê wiha axivî:

"Em Ayasofyayê dubare bi weqfiyeya wê re diguncînin û emê taybetmendiya wê ya mîrata çandî jî weke ku ecdadê me kir, emê biaprêzin."

Erdogan balkişand ser perestgehên li Ewropayê û wiha got, "Di navbera hejmara perestgehên li Ewropayê yê li gorî serê nifûsa Misulmanan û hejmara perestgehên li welatê me yên li gorî serê nifûsa nemuslanan de, 4-5 qat ferq heye. Li ba me têkra ji bo serê 460 nemuslimanî perestgehek dikeve, lê Ewropayê têkra ji bo 2 hezar misulmanî perestgehek dikeve. Herçiqas bi biryareke şaş bû, me Ayosofya kiribû muze, lê dubare ewê dîsan wê dikin mizgeft em in."

Serokomar Erdogan wiha pê de çû:

"Em bexteweriya wê yekê dijîn ku li hember bi sedan milyon ecdadên me yên di binê erdê de û 83 milyona li ser erdê, tişta dikeve ser milê me, em dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE