Daxuyaniya raporê ya dadgeha jimarmendiyê

“Di raporan de alîkariyên şaredariyê yên ji bo saziyên civakî tune ne”

Daxuyaniya raporê ya dadgeha jimarmendiyê

Dadgeha jimarmendiyê derbarê îdiayên li ser alîkariyên şaredariya bajarê mezin a stenbolê yên ji bo saziyên sivîl ên civakî de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku nirxandineke li ser wan îdiayan di raporê de tune ye.

Roja yekşemê namzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê beşdarî bernameya televîzyonê bûn. Di bernameyê de namzedê Îtifaqa Millet Ekrem İmamoğlu derbarê raporên Dadgeha Jimarmendiyê de hin îdia anîbû zimên.

Li ser wan îdiayan Serokatiya Dadgehê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin “Wek ku tê îdiakirin di raporên kontrolê de li ser alîkariyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên ji bo saziyên sivîl ên civakî tu nirxandin nîn in.”

Derbarê îdiayên İmamoğlu yên ku zirar dane kamûyê hat ragihandin “Ji bo îdiayên li ser Şaredariyê û Îştirakan, ji ber ku zirar kamûyê û bêûsilî nîn e, raporeke din nehatiye amadekirin.”

Ligel vê yekê di daxuyaniyê de hat nivîsîn ku ev îdiayên ku li ser pêşniyazên raporê anîne zimên, ne rast û durist in.

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE