Daxuyaniya Serokê DYAyê Trump a li ser Wezîrê Edaletê Barr

Trump daxuyand Wezîrê Edaletê Barr wê di 23yê çileya pêşîn da dev ji wezîfeya xwe berde

Daxuyaniya Serokê DYAyê Trump a li ser Wezîrê Edaletê Barr

 Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand Wezîrê Edaletê Bîll Barr wê di 23yê çileya pêşîn da ji wezîfeya xwe veqete, Alîkarê Wezîrê Edaletê Jeff Rosen wê şûna wî dest bi wezîfeyê bike.

Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand wî îro li Qesra Spî bi Bîll Barr ra civînek kiriye, têkiliya wan baş e û Barr baş xebitiye.

Trump nameya Barr ya îstifayê jî di peyama xwe da weşan û wiha got: "Li gor nameyê Barr ji bo betlaneyê bi malbata xwe ra derbas bike wê ji beriya Noelê dev ji wezîfeya xwe berde. Alîkarê Wezîrê Edaletê Jeff Rosenê kesekî girîng e wê bibe Wekîlê Edaletê."

Trump got Rchard Donoghue jî wê şûna Jeff Rosen dest bi wezîfeyê bike.

Ji ber ku Barr der barê Hunter Bîdenê kurê Joe Bîden da ji ber têkiliyên wî yên Çîn û Ukraynayê beriya hilbijartinên 3yê mijdarê lêpirsîn neda dest pê kirin, Trump ew rexne dikir.

Ji bilî vê ji ber ku Barr daxuyandibû "di hilbijartinan da hîle tune" Trump ew bi tundî rexne kiribû û gotibû Barr piştgiriyê nade wî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE