Daxuyaniya Trump a ji bo kirdariyan

Trump: Di rojeva me de meseleya kirdariyê tune

Daxuyaniya Trump a ji bo kirdariyan

Di pêvajoya kirîna pergalên parastina fuzeyê s-400ên ku Tirkiyeyê ji Rûsyayê standin, daxuyanî û axaftinên Serokê Emerîkayê Donald Trump bûn sedema nîqaşê. Trump ewilî got “em niha li mijara kirdariyên li ser Tirkiyê nanêrin.” Trump demek şûn de jî got: “rewşa em tê de ne ji gelek aliyan ve rewşeke zor e. Ji bo vê jî em li mijara kirdariyê dinêrin ka em ê çi bikin.” Trump got: “me di vê meseleyê de hêj biryara xwe nedaye”

Meseleya kirîna sîstemên S-400ê di rojeva Emerîka û Tirkiyê de cihekî girîng digre.

Pentagonê biryar dabû ku Tirkiye ji bernameya F-35an bê derxistin.

Piştî vê biryarê jî Trump çi difikire ev dihat meraqkirin.

Trump berê diyar kiribû ku di vê meseleyê de li Tirkiyê neheqî tê kirin.

Piştî vê daxuyaniyê, Trump disa axivî.

Serokê Emerîkayê Trump vê carê zelal axivî û got: “Niyeta me tune em li dijî Tirkiyê kirdariyan bixin rewacê.”

Lêbêlê Trump piştî qederekê daxuyaniyeke din da û ew jî bû sedema tevliheviyê.

Trump: “Rêvebiriya Obama, di meseleya Tirkiyê de xeta kir. Di gelek waran de rewşeke tevlihev heye. Ji bo vê jî em niha li ser kirdariyan difikirin. Ka em ê çi bikin em wê difikirin. Lê hêj me biryar nedaye.

Nakokiyên di daxuyaniyên Trump de bûn sebeba hin gumanan.

Qesra Spî di daxuyaniya xwe ya duh de gotibû: “Emerîka girîngiyê dide hevkariya bi Tirkiyê re. Ji bo ku em herdu jî endamên NATO’yê ne, têkiliyên me gelek xurt in û negirêdayî F-35an e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE