Daxuyaniya Trump a li ser Suriyeyê

Trump li Qesra Spî bersiv da pirsên endamên çapemeniyê...

Daxuyaniya Trump a li ser Suriyeyê

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo yekîneke biçûk a Amerîkayê li Sûriyeyê bimîne got ku ew fikrekeke maqûl e û ji hêla gelek kesan va jî maqûl tê dîtin.

Trump li Qesra Spî bersiv da pirsên endamên çapemeniyê...

Li ser pirseke vekişîna eskerên Amerîkayê Trump got: "NATO û yan jî kî dibe êdî tevlî yekîneyên din em jî dikarin yekîneke biçûk li wê derê bihêlin, bi vî awayî DEAŞ careke din dest pê nake. Ev fikir ji min ra maqûl tê, yekîneyeke pir biçûk, li gor hêza me ya niha li wê derê ye wê hêzeke gelekî biçûk be. Gelek mirov vê fikrê maqûl dibînin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Trump diyar kir ku deriyê wî ji bo fikr û ramanên cihê vekiriye û wiha pê da çû: "Ew 2 hezar û 500 eskerên me yên li wê derê wê biçin cihên din ên dinyayê. Belkî derbasî Iraqê bibin lewra li wê derê jî yekîneke me ya xurt heye."

Trump got ku di demeke kurt da ew ê diyar bikin ku DEAŞ ji sedî sed êdî ji holê hatiye rakirin.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE