Daxuyaniya Walî Yerlikaya ya li ser avahiya hilweşiya

Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya ragihand ku ji avahiya ku li Kartalê rûxiya 12 kes birîndar hatin xilaskirin, 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Daxuyaniya Walî Yerlikaya ya li ser avahiya hilweşiya

Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya ragihand ku ji avahiya ku li Kartalê rûxiya 12 kes birîndar hatin xilaskirin, 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Walî Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya ku li Dibistana Navînî ya Çakabey Îmam Xetîbê da rojnamegeran da destnîşan kir ku piştî daxuyaniya wan a di saet 23.00yan, di nava 3 saetan da 6 kes ji nava kavil hatin derxistin û wiha dewam kir, "Ji van kesan 5 jê birîndar hatin xilaskirin, hemd ji Xwedê ra. Lêbelê mixabin welatiyekî me jî mirî ji wê derê hat derxistin."

Yerlikaya diyar kir, ji 5 kesên ku birîndar hatin xilaskirin yek jê di unîteya nexweşiyên giran da ye û wiha axivî, "Ev birîndarên me, Bahriye Aktar (75) di nexweşiyên unîteya giran da ye. Tayyîp Mahmut Alemdar (9) rewşa wî ya giştî baş e. Ali Alemdar (75), rewşa wî ya giştî baş e. Husniye Yaman (59) rewşa wî ya giştî baş e. Leyla Yaman (63) rewşa wî ya giştî baş e. Xebatên kifşkirina nasnameya welatiyê me yê ku me mirî ji bin kavil derxist, didomin."

Walî Yerlikaya herwisa got ku tedawiya hemû birîndaran li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kartalê didome.

Yerlikaya axaftina xwe wiha domand, "Em ji bo birîndaran şifa û xêrê dixwazin. Ji bo welatiyên me yên ku mirin jî em ji Xwedê rehmetê dixwazin û herwiha em serxweşiyê didin xizmên wan, bajarê me û navçeya me ya Kartalê. Êşa me giran e, 12 welatiyên me hatin xilaskirin lê 3 ji wan di unîteya giran da ne. Rewşa giştî yên mayîn vêga baş e."

Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Stenbolê da jî hat destnîşankirin ku ji ber bûyera rûxîna apartmana Yeşilyurtê ya li taxa Orhantepe kuçeya Sema kolana Bankalarê ya li navçeya Kartalê, xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ku bi destê Navenda Krîzê va tên meşandin, bênavber didomin.

Di daxuyaniyê da herwisa hat balkişandin ku di vê çarçoveyê da 7 bînayên nêzîkî ciyê bûyerê hatin valakirin û wiha hat gotin, "Li gorî daneyên ku di saet 02.00yan da ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê hatin wergirtin, di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da hejmara welatiyên me yên ku birîndar hatin xilaskirin 12, ya welatiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dan jî bû 3."

Di daxuyaniyê da herwisa ew yek jî hat destnîşankirin ku hat tesbîtkirin welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan Ayşe Alemdar (45) û Yildiz Gundogdu (33) ne û di dewamiyê da hat gotin ku xebatên tesbîtkirina nasnameya welatiyên din ên ku jiyana xwe ji dest dan jî didomin.

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE