Daxuyaniya Walitiyê Wanê ya li ser qezaya mînîbusa koçberên bêdestûr

Walîtiya Wanê li ser qezaya mînîbusa koçberên bêdestûr a ku welgeriya şarampolê daxuyanî da

Daxuyaniya Walitiyê Wanê ya li ser qezaya mînîbusa koçberên bêdestûr

Walîtiya Wanê daxuyand, li navçeya Muradiyeyê mînîbusa ku koçberên bêdestûr tê da bûn, ji kontrolê derket teqle avêt û di encamê da organîzatorek û 11 koçberên bêdestûr mirin, 26 koçberên bêdestûr jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin, di nava sînorên Taxa Yumakliyê ya li ser navçeyê, mînîbusa li ser berşik S.A. qeydkirî ku plaqeya wê 65 ER 186 e, gava di rê da diçû, serî ji ajokar sitand, ji rê derket û teqle avêt.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ekîban midaxeleyî wesayîta ku piştî qezayê agir pê ket kir û şewat hat temirandin û wiha hat gotin:

"Di kontrolên ku di nava wesayîtê da û li nexweşxaneyan hatin kirin da hat tesbîtkirin ku wesayîtê koçberên bêdestûr dibirin, di qezayê da digel organîzator Cuneyît Avar, 11 koçberên bêdestûr mirin. 26 koçberên bêdestûr ên di qezayê da birîndar bûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda. S.Ayê hat tesbîtkirin ku wesayîta bi plaqeya 65 ER 186 li ser navê wî ye, hat binçavirin. Lêpirsîna der heqê bûyerê da bi awayekî firealî didome."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE