Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku di hewla êrîşa li dijî 8emîn Fermandariya Baregeha Sereke a Jetan de ti zirarek çênebûye.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku saet derdora 00.30î de li dijî 8emîn Fermandariya Baregeha Sereke a Jetan a Diyarbekirê bi firokeyên makêt hewla êrîşê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Makêtên êrîşa navborî hatin berterefkirin û li 8emîn Fermandariya Baregeha Sereke a Jetan a Diyarbekirê ti zirarek çênebû."
AA