Daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya li ser operasyonan

Wezareta Karên Navvxweyî: "Ji serê salê vir da ji bo 6 hezar û 743 hesabên medyaya civakî karûbarên edlî hatin dîtin"

Daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya li ser operasyonan

Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku ji 1ê rêbendana 2020î vir da der heqê 6 hezar û 743 bikarhênerên medyaya civakî da ji ber kirina propangadaya rêxistina terorê, ji bo zêdekirina dijmintiyê tehrîkkirin û piçûkdîtina gel, di nav gel da belavkirina tirs û panîkê, bi belgeyên derewîn weşandina peyamên provokatîf karûbarên fermî dan destpêkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat desnîşankirin ku Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Sûcên Sîber a Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Midûriyetên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Sîber a 81 bajarî heft rojên hefteyê 24 saetan xebatên li ser înternetê teqîb dikin. Mijar û rojevên li ser medyaya civakî, hesabên nêzî kom û rêxistinên nelegal û sîte tên teqîbkirin.

Di vê çarçoveyê da 1ê rêbendana 2020î vir da li ser 14 hezar û 186 hesabên medyaya civakî ji ber kirina propangadaya rêxistina terorê, ji bo zêdekirina dijmintiyê tehrîkkirin û piçûkdîtina gel, di nav gel da belavkirina tirs û panîkê, bi belgeyên derewîn weşandina peyamên provokatîf xebat hatin meşandin.

Di dema xebatan da 3 hezar û 948 hesabên di rêya Rêxistina Terorê ya Fetulahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da weşanê dikin, 2 hezar û 552 hesabên di rêya PKK/KCKyê da weşanan dikin, 157 hesabên di rêya DEAŞê da weşanê dikin, 86 hesabên di rêya DHKP-Cyê da weşanê dikin bi tevahî 6 hezar û 743 hesab hatin tesbîtkirin û der heqê wan da karûbarên edlî dan destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE