Daxuyaniya Wezareta Parastinê :S-400 hatin Tirkiyeyê

Melzemeyên ewil gihîştin Qada Asîmanî ya Mürtedê

Daxuyaniya Wezareta Parastinê  :S-400 hatin Tirkiyeyê

Pergalên parastina fuzeyan s-400ên ku Tirkiyeyê ji rûsyayê standin, hatin tirkiyeyê. Melzemeyên ewil gihîştin Enqerê û niha li qada asîmanî ya mûrtedê ne.

Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku melzemeyên ewil ên Pergalên Parastina ji Moşekan S-400 gihîştine Tirkiyê.

Peyman di 11ê Nîsana 2017an de hatibû îmzekirin. S-400ên ewil dê werin danîn Qada Asîmanî ya Mûrtedê.

Navê baregehê beriya hewla derbeyê Baregeha Akinciyê bû. Lê piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ev nav hat guhertin û bû Mûrted.

Serokatiya Pîşesaziya Parastinê jî da zanîn ku teslîmata ewil hatiye Enqerê. Teslîmkirina melzemeyên din jî di rojên pêş me de dê dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 12 Tîrmeh 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE