Daxuyaniya Wezîrê Edaletê Gul ya li ser faîlên kuştina Hablemîtoglu

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul li ser faîlên kuştina Doç. Dr. Necî Hablemîtogluyê Hîndekarê Zanîngeha Enqereyê wiha got: "Daraz bi baldarî xebatên me dimeşîne û em jî pêwendiyên hewce dikin datînin û çi ji destê me tê em dikin."

Daxuyaniya Wezîrê Edaletê Gul ya li ser faîlên kuştina Hablemîtoglu

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul li ser faîlên kuştina Doç. Dr. Necî HablemîtogluHîndekarê Zanîngeha Enqereyê wiha got: "Daraz bi baldarî xebatên me dimeşîne û em jî pêwendiyên hewce dikin datînin û çi ji destê me tê em dikin."

Wezîr Gul li meclisê pirsên rojnamevanan bersivandin.

Gul li ser pêşnûmaya ji bo tundiya dijî jinan wiha got:

"Şideta dijî jinan ne bi tenê pirgirêka darazê ye. Mehkeme bi tenê piştî bûyer qewimî ceza didin. Karê darazê ev e. Lêbelê ya girîng ew e ku beriya van bûyeran, divê em medya, saziyên civakî yên sivîl bi hev ra bixebitin ku careke din ev bûyer neqewimin. Me niha di mijara pirsgirêka sepandinê da ku pêşnûmayek weşand. Înşellah careke din ev hadîse çênabin. Em bi baldarî vê têkoşînê bidomînin."

Gul li ser pirsa faîlê suîqesta Necîp Hablemîtoglu yê ku li Ukraynayê hatibû girtin jî wiha got: "Daraz bi baldarî xebatên me dimeşîne û em jî pêwendiyên hewce dikin datînin û çi ji destê me tê em dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE