Daxuyaniyên Balyozê Bexdayê Yildiz yên li ser têkiliyên Tirkiye û Iraqê

Der barê têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê da Yildiz got îsal ji bo destpêkê saleke baş e û di nav salê da hin ziyaret wê bên kirin. 

Daxuyaniyên Balyozê Bexdayê Yildiz yên li ser têkiliyên Tirkiye û Iraqê

 Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz der barê ziyareta Serok Recep Tayyîp Erdogan a wê di dawiya salê here Iraqê da daxuyand ev ziyaret wê tesîrê li ser têkiliyên herdu welatan bike û wiha got: "Ji hêla têkiliyên Tirkiye û Iraqê va îsal wê bibe saleke hîlperînê. Em dixwazin vê rewşê baş binirxînin." 

Balyoz Yildizê ku hatiye Enqereyê beşdarî 11emîn Konferansa Balyozan bibe li vir pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin. 

Der barê têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê da Yildiz got îsal ji bo destpêkê saleke baş e û di nav salê da hin ziyaret wê bên kirin. 

Yîldiz got Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Konseya Hevkariya Kar a Asta Bilind da wê di dawiya salê da here Iraqê. 

Balyoz Yildiz anî ziman di navbera Iraq û Tirkiyeyê da hin peyman di sala 2009an da hatine îmzekirin lê hê jî neketine rewacê û wiha dewam kir: "Him ji bo ev peyman bikevin rewacê, him jî ji hêla têkiliyên Tirkiye û Iraqê va îsal wê bibe saleke hîlperînê. Em dixwazin vê rewşê baş binirxînin." 

Piştî paqijkirina DEAŞa rêxistina terorê ya ji Iraqê hin gav hatin avêtin ku welêt ji nû va bê avakirin. Yildiz got ji bo alîkariyê soza 5 milyar dolaran hatibû dayîn û wiha dewam kir: "Êdî dem hatiye ku li qadê ev tişt bên nîşandan. Em dixwazin vê rewşê baş binirxînin, ziyareta Serokomarê me jî wek pêngaveke girîng bi kar bînin." 

Yildiz got di ziyareta Erdogan da ewê çend projeyan îlan bikin, îsal ji hêla karsaz û muteahîtên Tirk va jî wê bibe saleke baş. 

Ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Ovakoyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê da jî Yildiz got di hevdîtinan da ew gihîştîne asteke girîng lê hê encamek nehatiye bidestxistin. 

Yildiz got deriyek têrê nake û hewcedarî bi deriyekî duyemîn jî heye û ew dixwazin bazirganiyê xurt bikin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Iraqê pîlana çalakiyê hat amadekirin 

Yildiz temasên ziyareta Veysel Erogluyê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Iraqê bi destê Serokomariyê wekî nûnerê taybet hatibû tayînkirin nirxand û diyar kir ku Iraq ji mîqdara avê zêdetir pirsgirêka îdareya avê dijî û Tirkiyeyê di mijara îdareya avê da bi Iraqê ra hevkariyê bike. 

Yildiz bal kişand ku di rapora Eroglu amade kir da pêşniyazên ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Iraqê cî girtin, ziyareta rojane gelekî kêrhatî derbas bû. 

Yildiz diyar kir ku pirsgirêka li ser çavkaniyên avê ya Iraqê meseleyeke teze nîne, mijara îdareya avê berdewamiyê lazim dike. 

Yildiz wiha axivî: "Ev pirsgirêkeke wisa ye ku dibê di demeke weda wê dirêj da were çaserkirin. Me di hevdîtinê da qala vê kir. Hêviya me ew e ku li Bexdayê navenda lêkolînê ya hevpar vekin. Pêşniyaza me bi awayê menûn nirxandin. Ev parçeyekê grîng ê pîlana çalakiyê ye jî. Navendeke wiha ew ê di heman demê da kêrî fehmkirina pirsgirêkê jî were." 

Balyoz Yildiz bal kişand ser pirsgirêka hêkan a bi Iraqê ra û diyar kir ku Tirkiye ji sedî 73yê hêkan îxracî Iraqê dike û ev jî 309 milyon dolarî digre. 

Yildiz diyar kir ku çêwligên li Iraqê têra ji sedî 45ê piyaseyê dikin û wiha pê da çû: 

"Ji bo vê biryarê ji me ra gotin dixwazin ku hilberîna xwemalî zêde bikin lêbelê Iraq nikare di demeke kin da vê kêmasiyê temam bike. Ji ber vê ya rastî kêsiya îtxalatê li Iraqê zêde ye. Em ê bi Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ra li ser vê mijarê biaxivin." 

Yildiz got dema berjewendiyên Tirkiyeyê mêze dikin dibê bi hemûyê Iraqê ra têkiliyên baş daynin û wiha pê da çû: "Di navbera Bexda û Hewlêrê da çareserkirina hin pirsgirêkan ew ê kêrî têkiliyên Tirkiye û Iraqê jî were ." 

Yildiz got ji ber ku di navbera Bexda û Hewlêrê da hin pirsgirêk hene Tirkiye jî ji ber vê mexdûr dibe û wiha axivî: 

"Ji ber vê ev ji bo me zehf girîng e. Nika di navbera Bexda û Hewlêrê da çaserkirin û parvekirina hin rayeyan girîng e. Dema ev werin çareserkirin Tirkiyeyê di têkiliyan da hin pirsgirêkan çareser bike."

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE