Daxuyaniyên Serok Erdogan

Serok Erdogan derbarê Operasyona dervayî sînor a dijî rêxistinên terorê da got di dema pêwîst da helbet dê were kirin. Di wê da paşdagavavêtin tune.

Daxuyaniyên Serok Erdogan

"(Digel Biden) Me tedarîka F-16an mizakere kir, min ji wî helwesteke neyînî nedît. Em hêvî dikin emê vê mijara hesas ku têkiliyan eleqedar dike, bibin serî."

 "(Digel Biden) Digel hevkariya di mijarên Efxanistan, Sûriye, Lîbya û Behra Spî ya Rojhilat, me biryar da ku em peywendiyên xwe yên aborî jî bi awayekî xurttir bidomînin."

"(Operasyona dervayî sînor a dijî rêxistinên terorê) Di dema pêwîst da helbet dê were kirin. Di wê da paşdagavavêtin tune."

 "Heger li hemberî me PKK/PYD/YPG ku rêxistineke terorê ye hebe, çi hewce bike em ê bikin. Em ji vê tawîz nadin."

 "(Piştgiriya Amerîkayê ya bo rêxistinên terorê) Wekî mitefiqê NATOyê, divê hevkarê me yê ku îtifaqa me heye, xwe li tiştekî wiha daneyne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE