Daxuyaniyên Serok Erdoğan

"Bi Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ra armanca hevbeş ew e ku pêwendiyên xwe derxin asta herî bilind"

Daxuyaniyên Serok Erdoğan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Bi Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ra armanca me ya hevbeş ew e ku em di her warî da pêwendiyên xwe yên dualî derxin asta herî bilind."

Erdogan li Emîrates Palaceyê bi karsaz û veberdêrên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ra civiya.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di Mijdara sala par da bi sedana Şêx Mihemmed Bin Ziyad Al Nehyanê Prensê Welîehd yê Ebû Zebiyê di pêwendiyên Tirkiye û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da heyameke nû dest pê kiriye.

Erdogan diyar kir ji bona pêşvabirin û zeximkirina pêwendiyên ticarî îradeyeke hevbeş heye û got ku di hevdîtinên duh hatin kirin da ev hişmendî hat piştrastkirin û 13 peyman hatine îmzekirin.

Serokomar Erdogan got ku bi Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ra armanca me ya hevbeş ew e ku em di her warî da pêwendiyên xwe yên dualî derxin asta herî bilind.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE