Daxuyaniyên Serok Erdogan

"Ji xeynî kesên hesabên tevliheviyê dikin divê tu kes ji hebûna Turkiyeyê ya li Kendavê aciz nebe"

Daxuyaniyên Serok Erdogan

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Ji xeynî kesên ku hesabên tevliheviyê dikin divê tu kes ji hebûna Turkiyeyê û eskerên wê yên li Kendavê aciz nebe."

Erdogan daxuyanî da rojnameya "The Penînsula"yê ku li Qeterê tê weşandin.

Serokomar Erdogan der barê hebûna Turkiyeyê ya li herêma Kendavê da diyar kir Turkiye bi hebûna xwe ya eskerî ne tenê ji bona Qeterê xizmeta aştî û îstiqrara hemû herêma Kendavê dike û got ji xeynî kesên ku hesabên tevliheviyê dikin divê tu kes ji hebûna Turkiyeyê û eskerên wê yên li Kendavê aciz nebe.

Erdogan der barê hebûna Turkiyeyê ya li Sûriyeyê da diyar kir Tirkiye li ser axa Sûriyeyê tu wextî mayînde nîne û got ku gava qeyran ji binî va çareser bibe wê hebûna me ya li Sûriyeyê jî bi dawî bibe.

Serokomar Erdogan ji bona Lîbyayê destnîşan kir ku li Lîbyayê wê meşrûiyet bi ser bikeve û derbekar têk biçin.

Erdogan der barê pêwendiyên Turkiye û Amerîkayê da got ku em ê bi Amerîkayê ra di warê têkoşîna dijî terorê, mijara demokrasiyê û dawîlêanîna bêîstiqrarî û pevçûnan da xebatên xwe bidomînin.

Serokomar Erdogan ji bona polîtîkayên li Rojhilatê Behra Sipî da destnîşan kir kesên li Rojhilatê Behra Sipî biryardariya wan dîtin û fehm kirin ku nikarin bi welatê wan paşda gavê bidin avêtin ji mecbûrî guh dan bangên wan yên diyalogê.

Erdogan der barê pevçûnên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê da got helwesta Ermenistana ku di nav têkçûneke giran da ye û hewl dide Turkiyeyê jî di nav pevçûnan da nîşan bide, îzbat dike ku di tengasiyê da ye û bêçare ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE