Daxuyaniyên Serok Erdogan ên piştî civîna kabîneyê

Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

Daxuyaniyên Serok Erdogan ên piştî civîna kabîneyê

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo qaçaxên yoqlemeya eskeriyê yên ku hejmara wan nêzîka 550 hezaran e û gencên me yên ku di beqayê de ne em rêya eskeriya bi berdêl vedikin."

Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

"Ji bo qaçaxên yoqlemeya eskeriyê û gencên me yên di beqayê de, em rêya eskeriya bi berdêl vedikin"

Serokomar Erdogan got, "Ji bo qaçaxên yoqlemeya eskeriyê yên ku hejmara wan nêzîka 550 hezaran e û gencên me yên ku di beqayê de ne em rêya eskeriya bi berdêl vedikin."

Erdogan herwiha got, "Di çarçoveya şert û mercên diyarkirî de ciwanên me yên ku dixwazin eskeriya bi berdêl bikin dikarin serlêdana şûbeyên eskeriyê bikin."

Îznên Kovîd-19ê yên mehkûmên di girtîgehan de hatin dirêjkirin

Serokomar Erdogan bal kişand ser îznên Kovîd-19ê yên mehkûmên di girtîgehan de û got, "Em îznên Kovîd-19ê yên hikûmxawriyên di girtîgehên vekirî de ku 31ê gulanê diqedin, heta 31ê temûza 2023yan dirêj dikin."

Erdogan anî ziman ku weke Serokomariyê di kordîneya Serokatiya Ragihandinê de wan bernameyeke berfireh a sala 100emîn pêk aniye û got, "Serokomar Erdogan: "Berahiya me ya ji îro pê de, dê ew polîtîka bin ku asta refeha xelkê me bilind bikin."

"Êdî ji bo min kesekî bi navê Mîçotakîs tune ye"

Serokomar Erdogan bal kişand ser Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîçotakîs û got, "Bi gumana min dê Amerîka di warê F-16an de herhal dê biryara xwe li gorî devê Mîçotakîs nede."

Erdogan ji bo Yûnanistanê got, "Me yê Civîna Konseya Stratêjîk li dar bixista. Êdî ji bo min kesekî bi navê Mîçotakîs tune ye. Ez ticarê hevdîtineke wisa bi wî re nakim."

Li ser sînorên başûr xebatên çêkirina herêma ewledar

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku xebatên ji bo çêkirina herêmên ewledar li seranserê sînorên Tirkiyeyê yên başûr bi qasî 30 km kûrahî dabûn destpêkirin, êdî ji bo beşên wê yên kêm, ewê gavan diavêjin û got, "Dema TSKê, Îstîxbaratê û ewlekariyê xebatên xwe qedandin dê ev operasyon destpê bikin. Di MGKya vê pêncşembê de emê di vî warî de biryarên xwe bidin."

Bernameya Fezayê ya Millî

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku pêvajoya şandina welatiyên Tirkî ber bi fezayê de destpê kiriye û got, "Di çarçoveya Bernameya me ya Fezayê ya Millî de weke fermî me pêvajoya şandina welatiyên Tirk ber bi fezayê ve da destpêkirin. Hemî welatiyên me yên ji 45 salan ciwantir ku şertê perwerdeyê pêk bînin, dikarin ji navnîşana 'uzaya.gov.tr' serîlêdanê bikin. Di dawiya perwerdeyê de yek ji 2 namzêdan ji bo erkeke dîrokî dê 2023yan ji bo Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî bê şandin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE