Daxuyaniyên Serokê Karûbarên Diyanetê Erbaş

"Niha personelê me li qadê beşdariya Komên Kordînasyona Wefayê dikin û di xizmeta însanên me da berdewam in"

Daxuyaniyên Serokê Karûbarên Diyanetê Erbaş

Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Ali Erbaş ragihand ku personelê Karûbarên Diyanetê li qadê beşdariya Komên Kordînasyona Wefayê dikin û di xizmeta însanan da berdewam in.

Erbaş di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got:

"Wekî Serokatiya Karûbarên Diyanetê, wekî her carê di pêvajoya Kovîd-19ê da jî em ligel Komên Kordînasyona Wefayê li cem welatiyên me ne. Çawa ku di hundirê mizgeftê da peywirê me hene, herwiha li dervayî mizgeftê jî peywirê me hene. Niha personelê me li qadê beşdariya Komên Kordînasyona Wefayê dikin û di xizmeta însanên me da berdewam in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE