Daxuyaniyên Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Guven

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Guven diyar kir di 7 salên wezîfeya wî da 8 hilbijartin hatine kirin û got ku di vê demê da ji bona hilbijartin di nav ewlehî û bêpaweriyê da bên kirin hewl dane.

Daxuyaniyên Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Guven

 Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Sadî Guven: "Her çiqas li Turkiyeyê hilbijartin bibin sedema nîqaşan jî di warê ewlehiya hilbijartinê da em di nav yên herî baş da ne."

Guvenê ku dema wezîfeya wî ya li Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind temam dibe daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Guven diyar kir di 7 salên wezîfeya wî da 8 hilbijartin hatine kirin û got ku di vê demê da ji bona hilbijartin di nav ewlehî û bêpaweriyê da bên kirin hewl dane.

Guven destnîşan kir her çiqas li Turkiyeyê hilbijartin bibin sedema nîqaşan jî di warê ewlehiya hilbijartinê da Tirkiye di nav yên herî baş da ye û wiha axivî: "Bêyî ku heqaret tê da hebe nîqaş û rexne ji bona me aqil e. Tu wextê ji rexneyan aciz nebûm û rexneyan kêrhatî jî dibînim."

Serokê Lijneya Hilbijartinê Guven diyar kir divê li Turkiyeyê derbasî sepana nasnameya biyometrîk bibin û zerfên rayan jî bên rakirin û got ku Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ji bona vê amade ye.

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE