Daxuyaniyên Serokkomar Erdogan

Erdogan di weşana hevpar a TRTê de axivî....

Daxuyaniyên Serokkomar Erdogan

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, "Terorîstê bi kodnavê Mezlûm, bi bultena sor lêgerîna wî heye. Pêdivê Amerîka vî mêrikî teslîmî me bike."

Erdogan li Ofîsa Serokomariyê ya li Dolmabahçeyê di weşana hevbeş a TRTê de derbarê rojevê de bersiva pirsan da.

Serokomar Erdogan di bersiva pirsekê derheqê mutabeqetên digel DYA û Rûsyayê de anî ziman ku cara yekê ye ku îsbata wê yekê berbiçav bû ku Tirkiye li herêmê bûye hêzeke diyarker. 

 "Pêdivê Amerîka vî Terorîstê bi kodnavê Mezlûm teslîmî me bike"

Erdogan bal kişand ser 1emîn madeya NATOyê û got, "Em erkdar in ku li hember her çi êrîşekê be, em hevdu biparêzin. Lê çi dikin Almanya û Fransa bi rêxistina terorê re hevdîtinan dikin. Ji aliyê din ve rayedar û senatorên Amerîkayî hevdîtinê dikin. Me ji Trump bi xwe re got. Nuha dilê me ji we maye, çimkî hûn û terorîstekî nameyan ji hev re dişînin û hûn nameya wî dixine ser ya xwe de û ji me re dişînin, nikarîbû tiştekî bêje, 'car bi car em dikevin peywendiyê de'. We Apo teslîmî me kir, ev baş bû. Di navbera me de peymana îadeya sucdaran heye. Terorîstê bi kodnavê Mezlûm, bi bultena sor lêgerîna wî heye. Pêdivê Amerîka vî mêrikî teslîmî me bike. Wezîrê me yê Edaletê, ez di wê baweriyê de me dê ji wan re binivîse û wî bixwaze. Pêdivê (DYA) wî bide me."

Serokomar Erdogan behsa wê yekê kir ku 9ê cotmehê dest bi herekatê kirine û wiha axivî:

"Ji xwe hemî amadekarî temam bûn. Em li seranserê sînor bicih bûbûn. Navê wê jî bi rê de hat bîra me. Me gelekî îstîşare kir. Mînak li wêderê Resuleyn, Eyn el Ereb heye, wate kanî, navê kaniyan gelekin. Ji ber wê me go bila navê wê Kaniya Aşitiyê be. Herekata Kaniya Aşitiyê wisa dest pê kir. Deverên ku ji bo giring in Tilebyed e û Resuleyn e. Li wêderê mesafeyeke bi qasî 120 kîlometroyan heye. Lê kûrahî 32 kîlometro ye. Me ew qad xiste bin kontrola xwe de."

 "Em dijminê Kurdan nîn in"

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir Tirkiye li dijî terorîstan e û wiha got, "Dijminê Kurdan nîn in. Li vêderê Kurd birayên me ne. Ti dijayetiyek di nava me de nîn e. Em li dijî terorîstan in."

Erdogan anî ziman ku Amerîkayî dibêjin; 'nekeve Eyn-El Erebê' lê Rûs dibêjin; 'bikevinê' û wiha got, "Rewşeke wisa heye, emê li gorî pêşhatan tev bigerin. Ji bo Eyn el Erebê û Minbicê jî em weke Tirkiyeyê û artêşên Tirkiyeyê, nuha îhtimala çavdêrî û teftîşa me li wê derê heye. Lêbelê ya herî giring ji Tilebyedê ber bi Cerablûsê ve li rexberê sînorê me heta 10 kîlometro kûrahiyê me korîdara aşitiyê pêkaniye."

Serokomar Erdogan: "Nuha Cenabê Trump di peywendiya digel min de dilsoz e. Heta îro jî heta bê bes bi dirustî digel min tev geriya. Di peywendiya telefonî digel wî de min got, 'Serokê dewleteke weke Amerîkayê nameya terorîstekî xistiye ser qepaxa nivîsa xwe ew hîç ne li gor we ye, ez vê helwestê şermezar dikim'."

Erdogan derbarê lihevkirina bi Amerîkayê re got, "Di ti cihî der derbas nebe ku bi rêxistina terorê mizakere yan jî lihevkirin. Çi derbas dibe? Amerîka û Komara Tirkiyeyê di van mijaran de li hev kirin."

Erdogan ji bo wan çekên giran ên li Sûriyeyê jî got, "Lazime bi şêweyekî xurt paqijkirina çekan bê kirin yaxud wan çekan ji bo Tirkiyeyê bihêlin. Ma ne em di NATOyê de hevpeyman in. Bila wan çekan bidine me. Em ji bo înşa û îhyayê hatine, ne ji bo wêrankariyê. Ev millet berî her tiştî milletekî ezîz e. Bi saya serê vê yekîtiyê me ev mutabeqet çêkirin û me balyozek li serê rêxistina terorê da. Weke Artêşa Tirkiyeyê 7 şehîdê me hene 95 eskerê me jî birîndar in. Yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê jî 96 şehîd û 374 birîndar hene. 20 sivîlên me şehîd ketin û 187 sivîl jî birîndar bûne."AA

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2019, 16:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE