Daxuyaniyên Wezîr Çavuşoğlu

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di weşana zindî ya TRT Haberê da axivî

Daxuyaniyên Wezîr Çavuşoğlu

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di weşana zindî ya TRT Haberê da axivî û pirsên der barê rojevê da bersivand.

"Hemû dinya dizane ku Türkiyeyê tu caran êrîşî sivîlan nekiriye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got: "Hemû dinya dizane ku Türkiyeyê tu caran êrîşî sivîlan nekiriye. Em li gor hiqûqa navneteweyî têkoşîna xwe ya dijî terorê didomînin. Duh hema çawa ev nûçe belav bûn me bi saziyên xwe yên bi vê mijarê ra eleqedar in ra şêwra xwe kir, agahiyan parve kir. Li gorî agahiyên ku me ji Hêzên Artêşa Türkiyeyê hildaye dijî sivîlan tu êrîş nehatine kirin."

Çavuşoglu di weşana zindî ya TRT Haberê da pirsên der barê rojevê da bersivand.

Wezîr Çavuşoglu der barê êrîşa li Duhokê da wiha got: "Rehma Xwedê li 9 birayên me be. Ji bo birîndaran em şifayê dixwazin û me got heke hewce bike em dikarin birîndaran bînin Türkiyeyê . Der barê vê êrîşê da nûçeyên Türkiyeyê sûcdar û reş dikin hatin weşandin. Me di daxuyaniya xwe da bi eşkere vê yekê derewand. Hemû dinya dizane ku Türkiyeyê tu caran êrîşî sivîlan nekiriye. Em li gor hiqûqa navneteweyî têkoşîna xwe ya dijî terorê didomînin. Duh hema çawa ev nûçe belav bûn me bi saziyên xwe yên bi vê mijarê ra eleqedar in ra şêwra xwe kir, agahiyan parve kir. Li gorî agahiyên ku me ji Hêzên Artêşa Türkiyeyê hildaye dijî sivîlan tu êrîş nehatine kirin. Hedefa me her tim PKK an jî li Sûriyeyê YPG/PYDya rêxistina terorê ye."

Çavuşoglu bi bîr xist ku Türkiye li deverên cihê yên Iraqê li dijî PKKya rêxistina terorê têkoşiya û wiha domand: "Em wisa difikirin ku rêxistinên terorê ev êrîşa bêbext kirine û me ji meqamên Iraqê ra got ku em dikarin bi we ra hevkariyê bikin. Heta rastî dernekeve holê em hemû daxuyaniyên fermî û nefermî yên dijî Türkiyeyê tên dayîn red dikin. Türkiye dibêje ez bi armanca mijar bê zelalkirin bo alîkariyê amademe û digel vê daxuyaniyên wiha yên li hember Türkiyeyê tên dayîn jî rast nînin."

Çavuşoglu ragihand ku têkiliyên Türkiye û Iraqê ber bi başiyê va diçin û di heyameke wiha ya li hemberî terorê têkoşîn baş dimeşe da qewimîna bûyereke wiha jî watedar e.

Di berdewamiya axaftinê da Çavuşoglu got ku ew îdiaya çalakvan ketina Balyozxaneya Bexdayê ya Türkiyeyê rast nîne û wiha domand: "Kesek neketiye balyozxaneya me. Meqamên Iraqê tewdîrên ewlehiyê yên hewce dike jî li her deverê hildan. Em ji wan ra jî spas dikin. Komeke bêhed alaya me ya li pêş ofîsa me ya vîzeyê şewitandine. Ji xeynî vê jî li pêş balyozxaneya me ya berê çalakiyek hat kirin û paşê belav bûn. Heleke têkevin balyozxaneya me çênebû. Li Iraqê ji bo rojekê îro wek roja şînê hat îlankirin û me jî alayên balyozxaneya xwe heta nîvî anî û em jî şîna li Iraqê ye digirin û tevlî bûn."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê operasyonên li Sûriyeyê da wiha got, "Em nikarin bêdeng bimînin. Gotina rast heya niha di tu operasyonên xwe da me destûr ji kesî hilnedaye û em hilnadin jî."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê him ji bona gelê Sûriyeyê û him jî ji bona Türkiyeyê gef û talûke ne û wiha got, "Em nikarin bêdeng bimînin. Gotina rast heya niha di tu operasyonên xwe da me destûr ji kesî hilnedaye û em hilnadin jî."

Çavuşoglu li ser pirsa di firotina F-16an da îhtimala ku Amerîka şertê Yûnanistanê deyne da got ku mimkun nîne em ji rêbazeke ku dest û piyên me dide girêdan ra bibêjin erê.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona pêvajoya asayîbûnê ya bi Ermenistanê ra wiha got, "Ermenistanê hê gavên berbiçav neavêtine. Divê rêvebiriya di serokwezîriya Paşinyan (Nîkol) da ji bona aştiyê gavên erênî biavêje. Gotin têrê nake."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE