Daxuyaniyên Xaziyê 15ê Tîrmehê Halil Algan

Xaziyê 15ê Tîrmehê Halil Algan bi guleyên derbekaran birîndar bûbû

Daxuyaniyên Xaziyê 15ê Tîrmehê Halil Algan

fetö’yê di 15ê tîrmehê de rûyê xwe yê reş û xayîn nîşan da. Lêbelê vîn û îradeya gel nehatibû bîra wan. Di wê şeva xayîn de 2 hezar û 190 qehreman bûn gazî. Dermankirina gelekan hêj dewam dike. Gazî halîl algan jî li dijî derbekararn rabû. Algan bi guleyên derbekaran felç bû.

Xwestin ku cih û warên krîtîk bi dest bixin.

Lêbelê li her derê berxwedana gel hebû.

Gel li dijî derbekaran serî rakir.

Di wê şeva 15ê Tîrmehê de bi hezaran kes bûn yek û xwe avêtin pêşiya derbekaran.

2 hezar 190 qehreman ji ber gule û fîşengan bûn gazî.

Halîl Algan jî qehremanekî wê şevê bû: “Ez ji şîrketê derketim û hatim malê. Min di televîzyonê de dît ku heman tiştî nîşan didin. Dibêjin derbe çêdibe. Serokê me got derkevin qadê dema me dît em jî derketin.

Algan li dijî xayîn û derbekaran li Esenlera Stenbolê xwe avêt ber tank û topan…

“em bi hezaran kes derketin û çûn kolana vatanê, em çûn navenda ewlekariyê. Beriya polîsan me xwe kir mertal. Me pêşiya tankan girt û me nehişt bilebitin.”

Algan bi guleyên derbekaran bi giranî birîndar bû. Zêdetirî salekî hat dermankirin lê Gazî Halil Algan felç bû û careka din ranebû ser piyan.

“ez jî li wê derê birîndar bûm. gule ji bin çengê min ketiye û derbasî kezab û hestiyan bûye. eşa birîna min pir e. carna heta serê sibê nikarim rakevim. xwedê jê razî xanima min alîkariya min dike.”

Gazî Algan dibêje ger îro îxaneteke wisa çêbibe ez ê dîsa herim.

"Derbe tiştekî gelek xerab be. ji bo dewleta xwe, ji bo serokkomarê xwe çi ji destê min hat min kir. ger bi balafiran min perçe bikin jî îro tiştekî wisa bibe ez ê dîsa derkevim.”

Algan niha dixwaze ku bi Serok Recep Tayyip Erdoğan re xeber bide, wî bibîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE