Dayik ewladên xwe dixwazin

Li Hakkariyê malbatan ji bo zarokên xwe li dijî HDP’ê protesto li dar xist

Dayik ewladên xwe dixwazin

Li Hakkariyê dayik careke din li dijî hdp’ê rabûn û zarokên xwe xwestin. Heta niha malbatan 3 caran prostesto li dar xist, li aliyê din hdp ji bo ku dengê dayikan neyê bihîstin dengê muzîka xwe bilind kir.

Li Diyarbakırê ji salekê zêdetir e dayik li ber avahiya HDP’ê ewladên xwe dixwazin.

Li Hakkariyê jî dayik ji bo zarokê xwe meşiyan.

Malbatan cara 3yem prostesto li dar xist û nelet li PKK’ê anî.

Piştre daxuyaniyekê dan û ji HDP’ê re gotin “berpirsên revandina zarokan hûn in”

Di destê malbatan de pankartên li dijî rêxistina terorî û alaya Türkiyeyê hebûn.

Pişt re li dijî terorê dirûşme hildan.

Wê demê ji avahiya HDP’ê muzîka hilbijartinê hat vekirin ku dengê dayikan qut bike.

Malbatan dirûşmeya xwe ya li dijî rêxistina terorî domand.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE