Dayik zarokên xwe dixwazin

Çalakiya dayikan rêxistina terorî PKK’ê pir aciz dike

Dayik zarokên xwe dixwazin

Serhildana dayikên ku li diyarbekirê greva rûniştinê dikin rêxistina terorî PKK’ê aciz dike. Rêxistina çekdar li hemberî dayikên ku zarokên xwe dixwazin nizane çibike. Piştgiriya ji bo malbatan jî her ku diçe zêde dibe.

Îsyan û berxwedana dayikan a li dijî rêxistina terorî PKKê mezin dibe.

Dayikên dilşewat ji bo bigihêjin zarokên xwe ji 3 hefteyan zêdetir e li ber avahiya HDPê protestoya rûniştinê dikin.

Piştgiriyên ji bo dayikan jî li çar aliyên welêt dewam dike.

Akademisyenê Zanîngeha Dicleyê Hayrulah Akyildiz got ev çalakiya dayikan wê dawiya PKKê bîne.

Nivîskar û siyesetmedarê kurd Îbrahim Guçlu bal kişand ser têkiliya HDP û PKKê û got: ji bo zarok ji çiyê vegerin divê HDP bikeve dewrê.

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE