Dayika 132 salî

11 zarok û 400 neviyên wê hene

Di dinyayê de mirova herî extiyar li Bismil a Diyarbekirê dijî. Fatma çerçel 132 salî ye. 11 zarok û nêzî 400 neviyên Pîrika Fatma hene. Malbata çerçel, haziriya pirtûka rekoran a guinnessê dike.

Fatma Çerçel li gor nasnameya fermî li dinyayê mirova herî extîyar e. Lê belê kes wê nizan e.

Pîrika Fatma di 1ê Tîrmeha sala 1887’an de li gundê Holajêr a Bismilê di şikeftekê de hatiye dinyayê.

Fatma Çerçel dema dibe 15 salî bi Mehmet Çerçel re dizewice û 7 kur û 4 keçên wê çêdibin.

Pîrika Fatma hemû jiyana xwe li gund di nav şert û mercên dijwar de derbas kiriye.

Lê xwedê emrek dirêj û xweş kiriye nesîbê Fatma Çerçel a ku niha 132 salî ye.

Hişê jina extiyar nemaye û tiştên berê yek bi yek jibîr kirine.

Baş e. Lê gelo sirra vî emrê dirêj çi ye. Pîrika Fatma hay ji xwe maye; ji mast, dims, guz, rûnê malê û goşt pir hez kiriye. Ji çay û cixare jî tim dûr sekinî ye.

30 sal berê mêrê wê, di nav 15 salê dawî de jî 5 kur û keça Pîrika Fatma rehmet kirine.

Nêzî 400 nevîyên pîrika Fatma hene. Zar û zêç, jin û mêr hemû jê pir hez dikin.

Tenduristiya Fatma Çerçelê li gor temenê wê baş e. 130 sal doktor nedîtiye û bi tenê 2 sal berê ji pirsgirêka dilê xwe çûye nexweşxanê.

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2019, 16:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE