Dayika Hatîce piştî hesreta 4 salan kurê xwe hembêz kir

Li Diyarbekirê dê Hatîce û bav Abdulkadir Ceylan piştî 4 salan Cafer Ceylanê kurê xwe yê ku di 15 saliya wî da revandibûn serê çiyê hebêz kir.

Dayika Hatîce piştî hesreta 4 salan kurê xwe hembêz kir

Li Diyarbekirê dê Hatîce û bav Abdulkadir Ceylan piştî 4 salan Cafer Ceylanê kurê xwe yê ku di 15 saliya wî da revandibûn serê çiyê hebêz kir. 

Hatîce Ceylana ji bo Caferê kurê xwe yê 4 sal berê di 15 saliya xwe da li Kayapinara navçeya Diyarbekirê hatibû revandin beşdarî çalakiya rûniştinê bûbû, bi şev mizginî hilda. Hatîce û mêrê xwe bi wêneyê kurê xwe yê Cafer va hatin Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr ku kurê xwe bibînin.

Dê û bavê Cafer li Midûriya Emniyetê ew dîtin û ew hembêz kirin.

Di hevdîtinê da dayikê destê kurê xwe girt û di ser da giriya.

Hatîce Ceylana gihîşt Cafer Ceylanê kurê xwe yê ji bo wî li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê kiribû ji bo dayikên nobeda ewledar digrin bû hêvî.

Çalakiya dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê di 3yê cotmehê da dabûn destpêkirin di roja 99an da dewam dike.

Hatîce Ceylana ji bo Caferê kurê xwe yê 4 sal berê di 15 saliya xwe da li Kayapinara navçeya Diyarbekirê hatibû revandin beşdarî çalakiya rûniştinê bûbû bi şev mizginî hilda û gihîşt kurê xwe li ser vê ev ji bo dayikên hesreta zarokên xwe mane bû moral.

Ceylanê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku gelekî bextewar e, daxwaza wê ew e ku hemû dayik şa bibin.

Ceylanê got dema mizginî danê gelekê şa bû û wiha axivî: "Xwedê carekê dîsa kurê min bexşande min. Xwedê vê têxe nesîbê her kesî. Gelek zarok xilas bûn. Înşaellah ew ê dewam vê were. Înşaellah hemû wê vegerin. Ji Serokomar, Wezîrê Karên Navxweyî û polêsan ra sipas dikim. Bira heqê xwe helal bikin. Min hevalên xwe bi tenê nehîştin û li vê derê me. Ez hatim dîtina hevalên xwe. Înşaellah ez ê her tim li cem wan bibim."

- "Kurê min dayika xwe ya li çalakiyê dît lê geriya"

Abdulkadîr Ceylanê bavê Cafer got li ser mizgîniyê gelekî şa bûn.

Abdulkadî Ceylan got "Kurê min dayika xwe ya li çalakiyê dît lê geriya. Hin tişt hene ku dibê were serê merivan ku meriv fehm bike. Em gelekî bextewar in." û axaftina xwe wiha domand:

"Diya wî li vê derê dest bi çalakiyê kir. Piştî ku ji ser ra 25 roj derbas bûn kurê min çend caran lê geriya. Me hewl da ku wî îqna bikin. Hêzên ewlekariyê bêyî haya me bi wî ra têkilî danîbûn û bi ser ketin. Xwedê ji wan razî be. Em ji wan ra dia dikin. Xwedê ji Serokomar û Wezîrê Karên Navxweyî razî be. Ji destpêka pêvajoyê vir da ji bo kurê min bînin dixebitin."

- "Îro li konê me şahiyeke mezin heye"

Ayşegul Bîçera dayik a nobeda ewladan didomîne diyar kir ku ji bo Muhammedê kurê xwe çalakiya rûniştinê didomîne, ji ber ku zarek gihîşt malbata xwe gelekî kêfxweş bû.

Bîçerê wiha xeberda: "Îro li konê me şahiyeke mezin heye. Hatina Cafer wekî hatina hemûyan e. Têkoşîna me ya mafdar encamê dide."

Bîçerê bangî zarokên revandinê çiyê û dayikên wan kir û got, "Kulfetno hûn jî teslîmî hêzên ewlekariyê bibin. Dayik û bavên ditirsin, hûn jî hûstiyê xwe li ber tu kesî xwar nekin. Êdî wan tehdîdan binpê bikin û werin dest bi têkoşînê bikin. Îro 99 roj e çalakiya me dewam dike û PKK belav dibe. Çalakiya me ew ê encameke ji vê mezintir bide. 2 kes an jî 5 kes ew ê neyên ew ê deho deho werin."

- "Em ê jî bigihêjin zarokên xwe"

Suheyla Demira bi dergûşa xwe ya 1,5 salî va ji bo Hayala qîza xwe ya 5 sal berê ji Agiriyê hat revadin çiyê beşdarî çalakiyê bû got ji bo ku dayikeke din jî gihîşt kurê xwe zehf kêfxweş in.

Demirê got hêviya wan ew e ku bigihêjin zarokên xwe û wiha pê da çû: "Em îro gelekî şa bûn. Bi îzna Xwedê zarokên me jî ew ê werin. Bi saya dewlet û Serokomarê me em ê jî bigihêjin zarokên xwe."

Demirê bangî hemû dayikan kir ku piştgiriyê bidin dayikên çalakiya rûniştinê dimeşînin.

Mevlude Uçdaga dayik jî motanî ku gihîştine zarokên xwe şa dibin û wiha axivî:

"Tu dibê zara min hatiye. Şahiya wê şahiya min e. Înşaellah em ê bigihêjin ewladên xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE