Dayika Leylayê çû şîna Sedanurê

Her du dayikên kezebşewitî xwestin qatil bên îdamkirin

Dayika Leylayê çû şîna Sedanurê

Dayika Leylaya ku vê havînê wenda bû û paşê cinazeyê wê dîtin, çû şîna Sedanura ku bi heman awayî hat qetilkirin, sersaxî da diya wê. Her du dayikên kezebşewitî xwestin ku qatil werin dardakirin…

Hevalên Sedanurê jî bêyî wê dest bi mektebê kir…

Ewilî Leylaya Agiriyî wenda bû… Piştî wê bi 18 rojan cinazeyê wê dîtin. Dûv re jî Sedanura Qaxizmanî…

Handan Güzela dayika Sedanur got: ‘’Va ye ji hemû Tirkiyê re dibêjim: Yê ku ev bi serê keçka min de anî bila îdam bikin. Leylayê jî Sedanurê jî, yên ku ev bi serê me de anîn bila darda bikin. Te çi ji keçka min xwest! Hêj 9 salî bû. Çentê wê, qelema wê li mal man… Va ye hevalên wê diçin mekteba xwe… We çi xwest ji keçka min!’’

Dayika Leylayê çû şîna Sedanurê, sersaxî da diya wê.

Her du dayikên kezebşewitî gotin, yên ku destdirêjiyê li zarokan dikin, bila werin dardakirin.

Aysel Demira dayika Leylayê got: ‘’Bila bi darda kin! Kî dibe bila bibe, bila îdam kin. Xwedê nede serê kesî. Êşeke bê serûbin e. Bes dayik zanin vê êşê’’.

Hevalên Sedanurê jî bêyî wê dest bi mekteba xwe kirin. Mamosteyên wan ji bo ku hay ji xwe hebin şîret li wan kirin.

Dîroka nûkirinê: 24 îlon 2018, 15:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE