Dayika li ber HDPyê çalakî dikir kêfxweş e ku qîza wê ji destê PKKyê reviyaye

Dayik Atiye Dayana ku bihîst qîza wê teslîm bûye, bi kêfxweşiyê destên xwe hene kir û kêfxweşiya xwe bi dayikên din ra parve kir.

Dayika li ber HDPyê çalakî dikir kêfxweş e ku qîza wê ji destê PKKyê reviyaye

Atiye Dayana ji bo zarokên revandine çiyê bi malbatên din va li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Wanê çalakî dike kêfxweş e ku qîza wê ji destê PKKya rêxistina terorê reviyaye û teslîmî hêzên ewlehiyê bûye.

Bi serkêşiya Wezareta Karên Navxweyî hêzên Midûriya Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan xebatên qanîkirinê didomînin

Şîlan Dayana 17 salî ya di 2009an da li Wanê hatibû revandin bi saya xebatên qanîkirinê ji rêxistina terorê reviya û teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Dayik Atiye Dayana bihîst ku qîza wê teslîm bûye desten xwe hene kir û bendê ye ku bigîhêje qîza xwe.

Malbatên çalakiyê dikin jî hatin ziyareta wê û bûn şirîkên kêfxweşiya Dayanê.

- "Çalakiya me wê bi heman biryariyê dewam bike”

Atiye Dayanê ji rojnamevanan ra got ew li hemberî PKKya rêxistina terorê careke din bi ser ketine, ew gelekî kêfxweş e ku wê piştî 7 salan bigîhêje qîza xwe.

Dayanê got ewlehiyê caw daye ku qîza wê teslîm bûye, bi şabûnê linge wê erd nagire û wiha axivî: “Ez spasiya mezinên me, hêzên me yên ewlehiyê û polêsên me dikim. Spasiya malbatan dikim. Ji vir şunda jî piştgiriya min a ji bo malbatan wê dewam bike. Ji berk u ez gihîştim qîza xwe ezê dev jê bernedim. Em ê bi ser bikevin, ewladên xwe hildin. Ez pir kêfxweş im û spasiya her kesî dikim.”

- "Em hemû wê bigîhêjin ewladên xwe"

Nazli Sancara qîza wê di sala 2012yan da revandine çiyê jî got wan dîsa serkeftinek bi dest xist û wiha axivî: "Me 26 ewladên xwe ji nav lepên wan xelas kir. Em hemû wê bigîhêjin ewladê xwe. Reîsekî me yê mezin, wezîrekî me yê bihêz heye. Bi hêza wan em ê bigîhîjin ewladên xwe. Dema caw hat ez li cem dayika me Atiyeyê bûm. Ji kêfan ji xwe va çû. Ji vir şûnda jî ez ê li cem wê bim. Em ê li hemberî dijmin li ser piyan bisekinin û emê ewladên xwe ji HDP û PKKyê hildin."

Sancarê got dema ku zarokek xelas dibe ew destên xwe hene dikin û bangî qîza xwe kir ku ew jî teslîm bibe.

Sancar wiha axivî: "Taqetê dê û bavan nema, werin ji destên wan zaliman xelas bibin. Li wir we dixapînin. Ez bangî hemû ewladên me dikim. Ez dayikeke dilê wê diêşe û li hemberî PKKyê 10 sal e şer dike me. Ez dev ji ewlada xwe bernadim. Ew mêjiyên we dişon, werin bigîhêjin malbatên xwe. Hûn di bin vê alayê da hatin dinyayê, di bin vê alayê da bimirin. Ew xayîn in, werin teslîmî dewleta xwe bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE