Dayika şehîdê Garayê ji bo piştgiriyê dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Cennet Kabakli: "Înşeallah dawî li van êşa bê, hemû ewlad bigihêjin dê û bavên xwe. Tişteke wekî rêxistina terorê nemîne. Ez bi kurê xwe serbilind im. Hezar Adil şehîd dibin hezar û yek Adil çêdibin. Bila ew şerim bikin û tune bibin"

Dayika şehîdê Garayê ji bo piştgiriyê dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Cennet Kabakliya dayika esker Adil Kabakliyê ku li Garaya li herêma herekata Pencik Qertel-2yê da cî digire ji hêla PKKya rêxistina terorê va girtin û şehîdkirin ji bo piştgiriyê dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ziyaret kir.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, di roja 683emîn da dewam dike.

Cennet Kabakliyê ku ji bo piştgiriyê bide dayikan hat Diyarbekirê malbat ziyaret kirin û daxuyanî da rojnamevanan û bi bîr xist ku kurê wê bi destê terorîstan hat şehîdkirin.

Kabakliyê got "Ez dixwazim ku dawiya xaînan bê" û diyar kir xwest ku piştgiriya xwe ragihîne dê û bavên ku ji bo zarokên xwe çalakiya rûniştinê dikin.

Kabakliyê got "Înşeallah dawî li van êşa bê, hemû ewlad bigihêjin dê û bavên xwe. Tişteke wekî rêxistina terorê nemîne. Ez bi kurê xwe serbilind im. Hezar Adil şehîd dibin hezar û yek Adil çêdibin. Bila ew şerim bikin û tune bibin."

Dê û bavên di nobeta ewladan da ne jî ji bo şehîdên Garayê dia kirin û dijî PKkya rêxistina terorê dirûşme berz kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE