Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku di 3ê Îlona sala 2019an da ji ber îdiaya ku HDPê zarokên wan bi xapandine û revandine serê çiyê, dest pê kiribûn kete roja 143an û beşdarbûnên nû jî lê zêde dibin.
Ji Hakkariyê Vesîle Alkan bo kurê xwe Ferzendeyê 10 sal berê dema hêj 14 salî bû û ew revandibûn serê çiyê hat û tevlî çalakiyê bû.
Alkanê daxuyanî da û got ku kurê wê ji bo tedawiya diranan ji malê derket û careke din venegeriya.
Dayika bi derd û keserê destnîşan kir ku ji çar aliyan ve ew li kurê xwe geriya û wiha pê da çû: "Paşê kurê min têlefonê me kir û got ku rêxistina terorê nahelê ew paşve bizivire. Kurê min were û teslîmî dewletê bibe."
Alkanê dia kir û got ku hêviya wê ewe ji wê û hemû kesên li benda ewladên xwe ne ra mizgîniyeke xweş bê.