Dayikeke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Dayikeke ku ji Stenbolê hat beşdarî çalakiya li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê bû ku dayikan ji bona zarokên xwe yên revandine çiyê dane destpêkirin.

Li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya ku dayikan 3yê Îlonê bi hinceta bi wesîleya HDPyê zarokên wan revandine çiyê dabûn destpêkirin didome.

Îmmîhan Nîlîfirkaya ji Stenbolê ji bona kurê xwe Mehmet ku 4 sal berê ravandine çiyê hat Diyarbekirê beşdarî çalakiya li ber HDPyê bû.

Nîlîfirkayê destnîşan kir ji Sultangaziya Stenbolê hatiye û got ku ji bona kurê xwe yê 22 salî tevlî çalakiya rûniştinê bûye.

Îmmîhan Nîlîfirkayê diyar kir kurê wê 4 sal berê wexta li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê xwendekarê pola dawîn bû hatiye revandin û got ji sala 2015an vir va tu xeberê jê hilnade û wiha dewam kir: "21ê Adarê li malê xwarin xwar û derket. Peyra me xeberê jê hilneda. 2 meh mabû ku mezûn bibe. Tu xeberek jê tuneye. Him ji bona piştgiriyê û him jî bi hêviya ku kurê xwe bibînim hatim."

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE