Dayikên Diyarbekirê 400 roj e nobeta xwe didomînin

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya li ber avahiyê Serokatiya HDPyê ya Bajêr a Diyarbekirê ji bo zarokên wan ên bi xapandin revandine çiyê li wan bên vegerandin dabûn destpêkirin, dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê 400 roj e nobeta xwe didomînin

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya li ber avahiyê Serokatiya HDPyê ya Bajêr a Diyarbekirê ji bo zarokên wan ên bi xapandin revandine çiyê li wan bên vegerandin dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin ev 400 roj in dewam dike.

Fatma Akkuşa bi hêviya bigihêje qîza xwe Songul Akkuşê çalakiya xwe didomîne got ku qîza wê bi destê HDPyiyan hatiye xapandin û bi navbeynkariya wan jî derketiye serê çiyê.

Akkuşê got ku qîza wê nizanibû li taxa ew lê rûdiniştin bigere û wiha domand: "Ev zarok bi tena serê xwe çawa dikare biçe nav PKKyê. Wan ew şandiye. 5 salan min tu xeber jê hilneda."

Dayika bi hêvî li benda zaroka xwe sekiniye diyar kir ku piştî 5 salan dîmenên qîza wê ji ser vîdeoyekê hatin weşandin û li ser wê jî HDPyî hatin û jê ra gotin ku qîza wê dijî û wiha domand: "Heke wan neşandibe û hay jê tunebe çawa agahiyê didin min? Wan şandiye bila ew bînin. Qîza min heke dengê min tê te were yan jî xeberekê bişîne. Teslîmî hêzên ewlehiyê bibe. Bila herkes bê û zarokên xwe ji HDPyê bixwazin. Bila dawî li HDPyê jî bê û zarokan nebin."

Şevket Bîngolê ku bo Tuncayê kurê xwe yê şeş sal berê hêj 14 salî ji Stenbolê revandin serê çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû got ku zarokên wan ji wan hatin qetandin û li serê çiyê ew avêtine ber mirinê.

 "Herkes zane ku HDP van zarokan dibe"

Di axaftina xwe da Bîngol got ku herkes dizane HDP zarokan dişîne serê çiyê û wiha pê da çû: "Dema zarokên ji çiyê hatin bidin xeberdan wê bibînin ku em neheq nînin. Wê hemû dinya bibihîze. Em ji derewan li vê derê rûneniştine û bi daxwaza kesan li vê derê rûneniştine. Em zarokên xwe dixwazin. Ez bangî yên li serê çiyê dikim, hûn çima xwe li pişt zarokên Kurd vedişêrin? Kurê min heke tu dibînî, dibihîzî bireve were teslîm bibe, netirse."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE