Dayikên Diyarbekirê bangî civaka navneteweyî kirin

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandina çiyê û wekî berpirsyarê vê jî HDPyê dibînin di 3yê îlonê da dabûn destpêkirin dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê bangî civaka navneteweyî kirin

Hin malbatên îdia dikin ku bi navbeynkariya HDPyê zarokên wan tevlî YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê dikin ji bo piştgiriyê bangî civaka navneteweyî kirin. 

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandina çiyê û wekî berpirsyarê vê jî HDPyê dibînin di 3yê îlonê da dabûn destpêkirin dewam dike.

Hacîre Akara dayik di 22yê tebaxê da ji bo Mehmet Akarê kurê xwe yê revandibûn çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û di 24ê tebaxê da encam bi dest xistibû li ser vê dayikên ku zarokên wan revandine çiyê jî ev ji xwe ra wekî mînak girtin.

Malbatên wêneyên zarokên xwe hildan destê xwe li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya xwe didomînin, ji bo bigihêjin zarokên xwe bangî Ewropa, Amerîka û Rûsyayê kirin ku piştgiriya xwe ji rêxistinên terorê bikişînin.

"Em nehletê li terorê tînin, piştgiriyê nadinê"

Ayşegul Bîçera ji bo kurê xwe yê di 17 saliya wî da revandibûn çiyê beşdarî çalakiyê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kurê wê li Sûriyeyê di destê YPGya rêxistina terorê da ye.

Bîçerê got, "Rêxistinên terorê yên wekî PKK, YPG, YPJyê hemû yek in. Tu eleqeyeke wan bi Kurdbûnê tune. Ez Kurd im lêbelê piştgiriyê nadim rêxistinên terorê, nehletê lê tînim." û axaftina xwe wiha domand:

"Serokê Amerîka dibêje ku PKK Kurd e. Ez dibêjim Kurd nîne. Ez jî Kurd im, tiştekî wisa tune. Em nehletê li terorê tînin, piştgiriyê nadinê. Azadiya zarokên me ji destê wan hat hildan û wisa birin wê derê. Pêşeroja wan ji wan dizîn. Zarokên dibê bixwendina nika li Sûriyeyê bi bombe û sîlahan ra ne. Em vê qebûl nakin."

Bîçerê got li bendê bû kurê wê eskeriya xwe bikira lêbelê gede xapandin û birin Sûriyeyê û wiha pê da çû: "Amerîka li ser Kurdan lîstikê dilîze. Bira li ser me nelîzin. Ez ji vê derê bangî serokê wan û gelê wan dikim, bira zarokên me paşda bînin. Em ewladên xwe dixwazin."

"Amerîka bi eşkeretî piştgiriyê dide van"

Suleyman Aydinê ji bo Ozkanê kurê xwe yê di 15 saliya wî da revandin beşdarî çalakiyê bû jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hetanî bigihêje kurê xwe ew ê çalakiyê bidomîne.

Aydin bangî Rûsya û Ewropayê kir û got, "Hûn çima dengê me nabihîzin? HDP zarokên me direvîne. Nûnerê vê rêxistinê HDP ye. HDP PKKye, PKK jî YPG ye. Her kes vê dizane."

Aydin daweta endamên Kongreya Amerîkayê ya ji bo "Mazlum Kobanî" kiribû rexne kir û wiha axivî: 

"Ew endamê PKKyê ye. Kujerê ciwanan e. Ocalan ji bo wî şexsî gotibû 'ew kurê min yê menewî ye.' Ev mirovan dikuje. Kujêr e, terorîst e. Eger Kurdbûn revandina zarokên 15 salî be, em wê Kurdbûnê naxwazin. Amerîka heke ji Kurdan gelekî hez dike bila bên vir û piştgiriyê bidin me. Heke Amerîka daxuyaniyekê bide wê zarokên me berdin. Mazlum Kobanî bixwaze wê berdin. Lê nayê şola wan. Dixwazin ciwanên Kurdan li wan çol û çolteran werin kuştin."

 "Min kurê xwe bi feqiriyê mezin kir"

Ji dayikan Fatma Bîngolê jî got ku kurê wê yê 14 salî 5 sal berê revandin çiyê û wiha axivî: "Kurê min tehdîd kirin. HDPyê kurê min revand û şand Sûriyeyê. Ew bi xwe li koşkên xwe dirûnin. Zarokên me dişînin. Dibêjin YPG mafê Kurdan diparêze. Ev derew e. Ew xulamtiya Amerîkayê dikin. Ez ji ber kurê xwe gelekî xemgîn im. Min kurê xwe bi feqiriyê mezin kir. Kurê min bila vegere û xizmeta welat û gelê xwe bike."

Remziye Akkoyuna dayik jî got ku kurê wê yê 10 salî revandin çiyê û wiha dewam kir:

"Heta kurê min venegere ez ê çalakiya xwe bidomînim. Min bihîst ku kurê min birine Sûriyeyê û kirine şervanê YPGyê. Bila kurê min paşve bişînin. Azadê min bila bidin min."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE