Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 757an da dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 757an da dewam dike.

Guzîde Demîra ji bo Azîzê kurê xwe çalakiyê didomîne diyar kir ku 6 sal e hesreta kurê xwe ye.

Demîrê got dixwaze bigihîje ewladê xwe û wiha axivî: "HDPyê kurê min revand û bir. Kurê min, min gelekî bîriya te kiriye. Were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe."

Yusuf Erdînçê ji Gurpinara navçeya Wanê hat û ji bo Mîkaîlê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû got dema kurê wî li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê dixwend xapandin û revandin birin çiyê.

Erdînç wiha pê da çû: "HDPyê qelema di destê kurê min da şikênaşt, sîlah da destê wî. Kurê min ez li benda te me."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE