Dayikên Diyarbekirê bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 818emîn da dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê ku seba bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û bangî zarokên xwe kirin ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 818emîn da dewam dike.

Esmer Kaman ji bo Abdulkadîrê kurê xwe yê ku 7 sal berê di 19 saliya wî da ji Îzmirê hat xapandin û birin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Kamana ku ji Tekirdagê hat, got ku heta ew kurê xwe hilnede, wê ji pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ranebe.

Kamanê diyar kir ku wê 7 sal e kurê xwe nedîtiye û tu xeber jê nestandiye û ew hesreta kurê xwe ye. Kamanê wiha dewam kir, "Kadîr kurê min, ez di vê şilî, herî û sermayê da li vê derê me, li benda te me. Ez ji te lava dikim vegere. Cî û warê te li vê derê ye. Ez, bav û birayê te em li benda te ne. Ez ê li vê derê benda te bisekinim."

Esmer Koça ku seba Zubeydeya keça xwe çalakiyê dike jî got ku ez tenê dixwazim ku bigihêjim keça xwe.

Koçê daxuyand ku 8 sal e wê tu xeber ji keça xwe hilnedaye û wiha dewam kir, "Ez nizanim bê ka keça min dijî yan na."

Koçê bangî keça xwe kir û wiha got, "Keça min were, teslîm bibe. Ew der cihê te nîne. Cihê te li cem min e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE