Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan a ku ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin bi biryarî didomînin.
Dayikên ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 626emîn da dewam dike.
Dayik Aydan Arslana ji bo qîza xwe Aysunê çalakiyê dike got HDPyê qîza wê şandiye çiyê û wiha axivî: "7 sal evê êşê bi min didin kişandin. Bila êdî ev hesret dawî bibe. Hezar sal jî derbas bibe ezê li ber HDPyê neçim. Qîza min heke tu min dibînî û dibîhîzî were. 25 ewladên me hatin, teslîmî hêzên ewlehiyê bûn. Gihîştin dê û bavên xwe, tu jî were qîza min, teslîmî hêzên ewlehiyê bibe."
Bav Şevket Bîngol jî got kurê wî 6 sal berê ji hêla HDPyiyan va hatiye xapandin û ew birine çiyê.
Bîngol got malbat bi tenê dixwazin bigihêjin zarokên xwe û wiha dewam kir: "Ne 6 sal, 600 sal jî derbas bibe, ez ê şopa ewladê xwe bernedim. Heta ez ewladê xwe ji HDPyê hilnedim, ez ê ji vir neçim."
Bîngol bangî kurê xwe kir ku ew teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.
AA