Dayikên Diyarbekirê bibiryar nobeta ewladan didomînin

Malbatan bi dîmen digel malbatên ku li Mûşê li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê çalakiya rûniştinê dikin, xeberdan. Di axaftinê da malbatan diyar kir ku ew ê çalakiya rûniştinê heya dawiyê bidomînin.

Dayikên Diyarbekirê bibiryar nobeta ewladan didomînin

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 604emîn.

Malbatan bi dîmen digel malbatên ku li Mûşê li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê çalakiya rûniştinê dikin, xeberdan. Di axaftinê da malbatan diyar kir ku ew ê çalakiya rûniştinê heya dawiyê bidomînin.

Fatma Akkuşê ku ji bo keça xwe Songulê di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku HDPyê 6 sal berê keça wê revand çiyê.

Akkuşê bal kişand ku ew li benda keça xwe ye û heta keça wê neyê, ew ê ji ber HDPyê neçe.

Akkuşê bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha got, "Êdî bes e HDP bira destê xwe ji ser van zarokan bikişîne. Keça min vegere, were. Me hemûyan bêriya te kiriye. Eyd bêyî te derbas nabe, înşelah tu yê werî û em ê vê eydê bi hevra derbas bikin."

Yusuf Erdinç ku ji Wanê hatiye û ji bo kurê xwe Mîkaîl di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku 6 sal e ew xeberê ji kurê xwe nastîne û wiha got:

"HDPyê kurê min revand. Heta kurê xwe hilnedim, ez ê ji ber vî deriyê neçim. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Ji xeynî HDPyê kes nikare vî karî bike. HDP nebûya, PKK jî nedibû."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE