Dayikên Diyarbekirê biryardar in ku çalakiya rûniştinê bidomînin

Nazli Sancara ji bo Şeymaya qîza xwe ya 9 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê ji Wanê hat û çalakiyê didomîne got ku zarên xwe ji HDPyê dixwazin.

Dayikên Diyarbekirê biryardar in ku çalakiya rûniştinê bidomînin

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 501î da dewam dike.

Nazli Sancara ji bo Şeymaya qîza xwe ya 9 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê ji Wanê hat û çalakiyê didomîne got ku zarên xwe ji HDPyê dixwazin.

Sancarê diyar kir ku êşa ewladê dikişîne û wiha pê da çû: 

"Qîza min sax e yan mirî ye nizanim. Hemû dê û bavên li vê derê, gişt di heman halî da ne. HDP, PKK ji me çi dixwaze? Ez qîza xwe ji wan dixwazim. Heqê min e ez ewlada xwe dixwazim. Min ji bo wan qîza xwe mezin nekir. Xeyalên qîza min hebûn. Xeyala wê xwendin bû. Meriveke di halê xwe da bû. Ji malê diçû xwendingehê ji wir dihat malê. 9 sal cîgera min dax kirin. Êdî bes e."

Sancarê bangî qîza xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û got, "Her kesî ewladê xwe hilda, hembêz kir û bir mala xwe. Bi îzna Xwedê hemû malbat biryardar in û em ê zarên xwe bistînin."

Salih Gokçeyê ji bo Mehmetê kurê xwe yê 4 sal berê revandin çiyê ji Agiriyê hat û beşdarî çalakiyê bû jî got hetanî ewladê xwe hilnede ew ê ji vê derê neçe û wiha pê da çû: "Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim. HDPyê kurê min bir. Wekî mayîn ez tu kesî nas nakim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE